Diyarname
Piştî mirina lîstikvanê efsanewî Diego Armondo Maradona doktorê wî Leopoldo Luque hat sûcdarkirin û der barê doktorê wî de lêpirsîn dan dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li mala Luque û polîklînîka wî lêgerîn hat kirin.
Serdozger San Isidro bi îdîaya "kuştina mirovek" û "destjêberdana kes" lêpirsîn da dest pê kirin. Polîsan dest daniye ser rojnivîskak nexweşiyê ya Maradona, telefono destan, tablet û du kompîturên doktor.
Maradona 2'yê vê mehê rakiribûn Klînîka Ipense û heta roja mir 23 roj derbas bûn. Lêpirsîn li ser vê serdemê hatiye kirin. Doktor ji bo vê demê gotib3u derûniya Maradona xirab e, xwarinê naxwe û pirsgirêkên wî yên dehidrasyon û anemî hene.
Li gor çapemeniya herêmî keçên Maradona yên bi navê Dalma, Giannina û Jana îfade dane dozger, di îfadeyê de qala guhartina reçeteyên ku doktor dabûn kirine û lêpirsînê wisa dest pê kiriye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fotoyê rojê: 'Mara' û 'Dona'
- Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin
- Efsaneyê dinyayê Maradona şopeke mezin li dû xwe hişt û çû
- Ciwaniya Maradona li vir derbas bû