Diyarname
Kesek ji Arjantînê bi navê Walter Rotundo gelek ji Marodana hez dike. Neh sal berê dema cêwiyên wan tê dinê navê "Mara" û "Dona" li wan dike. Piştî wefata Diego Armando Maradona ev zilam û her du keçikên wî dîsa bû roje. Reutersê li ser wan nûçe çêkir. Mara ku ji xwişka xwe bi deqîqeyek mezintir e gotiye ew ji navê xwe pir hez dike û wisa domandiye: "Xwedîbûna li vî navî ji bo min gelek tiştek xweş e. Gelek kêfa min tê ku bi vî navî dema gazî min dikin ji ber ku ez dizanim ji ber çi ye. Li gor min ev navek mikemel e."
Dona jî ji ber wefata Maradona xemgîn bûye û dibêje, "Ew mirovekî baş bû, wî ev yek heq nekir."
Em jî vê fotoyê wekî fotoyê rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin
- Efsaneyê dinyayê Maradona şopeke mezin li dû xwe hişt û çû
- Ciwaniya Maradona li vir derbas bû
***
REKLAM
JI BO PROMOSYONÊ NAVNÎŞANEKE NÛ