ERZEROM
8'emîn danişîna Şaredarê BDP'ê yê Îdirê, Mehmet Nurî Guneş û rêveberên BDP'ê, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê li dar ket. Dîwana dadgehê der barê siyasetmedarên kurd de 128 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
8'emîn rûniştina 30 siyasetmedarên kurd ku 4 jê girtî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê hate dîtin. Di danişînê de girtî Şaredarê Îdirê Mehmet Nurî Guneş û Nusret Aras, Îsmaîl Tiçik, Neçîp Beştaş û parêzerên wan amade bûn. Her wiha Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan, Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyin Malk. Şaredarê Dîgorê Muzafer Kutay, Şaredarê Qaxizmanê Mehmet Altan, Şaredarê Bazarcikê Ayhan Erkmen jî danişîn şopandin.
Dîwanê piştî xwendina nasnameyan, mafê parastinê da girtiyan. Girtiyan xwestin bi kurdî parastinê bikin. Lê Dîwanê destûra parastina bi devkî neda û diyar kir ku ancak hûn bi niviskî parastina kurdî bikin. Dîwanê ji bo parastina nivîskî jî "Zimanê ku tê zanîn bi kurdî ye" derbasî qeydê kir. Pişt re parêzeran jî parastin kir û diyar kirin ku delîla telefona wekî hêmana sûc nayê qebûl kirin. Piştî parastina girtî û parêzeran Dîwana dadgehê biryar da.
Dîwana dadgehê der barê Şebat Çelîk, Alaaddin Ham, Turan Kanyar bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" 6 sal û 3 meh, der barê Şaredarê Îdirê Mehmet Nurî Guneş, Îsmail Tîkît, Saîm Sayin de bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" 8 sal û 9 meh, der barê Necîp Beştaş de 45 sal Mehmet Haşîmoglu de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye û "gef xwariye" 19 sal û 3 meh, der barê Abdulbarî Tenîk re bi heman hincetê 10 sal û 6 meh, der barê Resul Yildiz de "endamê rêxistinê" 9 sal bi tevahî, der barê Halît Er de salek û 6 meh cezayê hepsê birî. Her wiha dadgehê ji bo Resul Yildiz, Azîz Çam Abdulbarî Tenîk jî biryara girtinê da.
Dîwanê der barê Mehmet Bobîlîk, Mecît Yildiz, Suleyman Kalkan, Siddik Turan, Hulya Kaya, Resul Eşiyok, Yaşar Aran, Îsa Çelîk, Ayşe Çelîk, Enver Malk, Ekrem Yakut biryara beraatê da. Her wiha der barê Mehmet Guven de jî biryara ku doza wî cuda bibe da.