Diyarname
Hunermend Tara Mamedova vê carê bi strana "Barê Giran" li pêşberî muzîkhezan e. Wê klîbek ji bo vê stranê kişand û bi ser platformên dîjîtal re pêşkêş kir.
Hunermend Mamedova di sala 1983'yan de li Kirgizistanê tê dinê. Paşê li Saratovaya Rusyayê, Parîsa Fransayê, Stenbola Tirkiyeyê li gelek bajaran cih û war dibe lê her karê xwe yê hunerê didomîne. Mamedova di sala 2015'an de albuma "Ax" derxist. Îsal jî albuma "Barê Giran" amade kiriye. Niha ji bo wê strana "Barê Giran" klîb kişand. Gotinên stranê aîdê Mamedova ye. Derhêneriya klîbê jî Kivilcim Akay kiriye. Em wê wekî Klîba Hefteyê pêşkêşî we dikin. Kerem bikin...


