Diyarname
Li Çewligê 9 rojnameyên herêmî ji ber rewşa aboriyê biryar dan ku bibin yek. Ew her 9 rojname êdî dê bi navê "Çapakçur Gazetesi", "Kent Haber Gazetesi" û "Surmanşet Gazetesi" wekî 3 rojanem derên.
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Çewligê Mahmut Arda diyar kiriye ku bi daketina hejmara îlanên fermî û bi zêdebûna lêçûyînan ew mecbûr mane biryareke wisa bidin.