Diyarname
Hunermenda îngilîz ku her konsera wê wekî bûyerek derbas dibû îro li mala xwe mirî hat dîtin.
Ajansa îngilîs Press Association (PA) ragihand ku hunermend Winehouse a 27 salî li mala xwe ya li bakurê Londonê mirî hatiye dîtin.
Ji berê de ew meyxwir û tilyakkêş bû û gelek caran jî ji ber van yekan hatibû derman kirin lê dest jê bernedabû. Herî dawî li Sirbistanê ji bo konserdayînê sermest derketibû ser û li ser dikê li erdê ketibû, konsera xwe ya li Stenbolê jî (ku wê 20'ê pûşperê li dar biketa) betal kiribû. Polîsan mirina Winehouse piştrast kir lê ragihand ku hê sedema mirinê nayê zanîn.
Winehouse di 14'ê rezbera 1983'yan de hatibû dinê. Wê muzîka soul û cazê saz dikin û heta niha bi muzîka xwe 5 caran xelata Grammy girtibû.
Wê yekem albuma xwe bi navê "Frank" di sala 2003'yan de,z paşê "Back to Black" di sala 2006'an de derxistibû û li dinyayê bûbû navdar. Amy Winehouse ku albuma wê 10 mîlyon heb firotibû digel xelata girîng a muzîkê Grammy, xelatên din ên girîng ên wekî Brit, MTV jî girtibû.