Kesek bi navê Albert Whittamore ku di jiyana xwe de her cixare kişand piştî mirinê wesiyet kir ku li ser erebeya ku dê cenazeya wî bibe goristanê wisa bê nivîsîn, 'Ji ber kişandina cixareyê ez mirim."
Whittamore ê 85 salî ji ber nexweşiya pişikê ku bi salan kişandina cixareyê bû sedema vê yekê nekarî ber xwe bide û mir. Li ser wesiyea wî li ser erebeya cenazeyê gotina cixareyê ez kuştim haten nivîsîn.
Hate gotin ku Whittamore bi vê wesiyetê xwestiye mirovên li dû xwe hişyar bike.