Diyarname
Tê gotin ku di salên dawî de eleqeya ji bo sînemayê zêde bûye. Lê îstatîstîkên ku derketin holê heman tiştî nîşan nadin.
Li gor îstatîstîkan rewşa sînemayê ne ew qas baş e. Li Tirkiyeyê di 6 mehên pêşî yên sala 2011’an de tenê sedî 10’ê sînemayan tije derbas bûne.
Vane hinek îstatîstîkên li ser sînemayê:
- Li Tirkiyeyê li dor 2 hezar hebî perdeyên sînemayê hene. Ev yek tê wê wateyê ku ew qas salonên sînemayê hene.
- Di vê serdemê de, di encama 26 hefteyan de ku fîlm ketin vîzyonê bi giştî 23 mîlyon û 141 heb bilêt hatin firotin.
- Ji vê 214 mîlyon û 649 hezar pere hat bi dest xistin.
- Di van 6 mehan de 44 jê fîlmên ji Tirkiyeyê bi giştî 158 fîlm ketin vîzyonê. Dema hejmara bilêtên hatine firotin li fîlmên parvekirin ji serê fîlmekî re 150 hezar temaşevan dike. Par di heman demê de serê fîlmekî re 180 hezar temaşevan dike.
- Li salonên ku herî zêde mirov diçin wan û li fîlman temaşe dikin asta tijebûna salonan di sedî 24 de ma. Li salonên sînemayên yên din jî asta tijebûnê di sedî 10 de ma.
- Di rojekê de bi giştî 127 hezar kes çûn sînemayê. Buhaya bilêtan jî hemû di zikê hev de 9 lîra 27 qiruş çêbû.
- Li gor van şeşan mehan herî zêde di meha rêbendanê de bilêt hatine firotin. Di vê mehê de 7 mîlyon û 200 hezar heb bilêt hatine firotin û jê 67 mîlyon pere hatiye bi dest xistin.
Li bajarên kurdan salonên sînemayê
Li bajarên kurdan salonên sînemayê kêm in. Di van salên dawî de şaredariyên BDP'yî jî salonên sînemayê vekirine ku di van salonan de fîlman nîşan didin. Ji van li Batmanê Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney ya Şaredariya Batmanê ev çend sal in kar dike. Li Wêranşarê salona sînemayê ya Şaredariyê, li Amedê salona sînemayê ya Navenda Çanda Cegerexwîn heye ku li van deran jî fîlm têne nîşandayîn.