Diyarname
Hunermendê amerîkî yê efsanewî, Johnny Nash di 80 saliya xwe de wefat kir.
Hunermend Johnny Nash muzîka reggae û pop saz dikir. Ew di 19'ê gelawêja 1940'î de li Houstona Teksasa DYA'yê hatiye dinê. Hê biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê dike. Di alên 1970'yan de zêdetir hat nasîn. 1972'yan de bi strana "I Can See Clearly Now" li DYA'yê navdar bû. Ev stran bi salan ji aliyê hunermendên wekî Ray Charles, Donny Osmond, Jimmy Cliff ve jî hat strîn û di heman demê de di filmê "Thelma and Louise" de jî wekî muzîk hat bikaranîn. Di wan salan de di Lîsteya 100 a Billboard Hot ya li DYA'y^ede derket rêza pêşî û mehek li wir ma. Li Îngilistanê jî heta rêza 5'an derket jor.
Di sala 1975'an de bi "Tears On My Pillow" derket lûtkeyê.
Ew sê caran zewicî. Ji zewaca sêyem ku ligel Carli Nash kir, kurek bi navê Johnny Nash Jr û keçek bi navê Monica ji bo wan çêbû.
Johnny Nash roja 6'ê mehê li mala xwe ya li Houstonê di 80 saliya xwe de mir. Kurê wî Johnny Nash Jr. agahiya mirina wî ragihand.
Vaye strana "I Ca See Clearly Now" ku bi ser 55 mîlyon carî de lê hatiye temaşe kirin: