logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Rasthatina li Laçînê

Ev nivîs di sala 1992'yan de li ser Laçînê hatiye nivîsandin. Bîranînên wê demê...

  • Dîrok: 03/10/2020
  • Beş: Serbest

Diyarname

Di destpêka 1990’an de li Welatên Sovyetan gelek tişt serûbîno bû. Kurdan jî pareke ji wê girt lê pareke xirab. Di wan salan de, tam bi temamî sala 1992’yan Tosinê Reşîd ev nivîsa li jêr nivîsandiye. Bi ser re 28 sal derbas bûne. Û niha di dema ku şer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de rûdaye de ku ew şer jî li ser axa kurdan a wê de rê ye, ev nivîs dîsa ket rojevê. Tosinê Reşîd ev nivîsa xwe ya 1992’yan carek din parve kir, em jî bêyî dest bidin tîpekê jî bi we re parve dikin.

Fermo:

***

Rasthatina li Laçînê

Tosinê REŞÎD

Stûna ji bêton, ku li ser bi tîpên mezin “Laçîn” nivîsar bû, avêtibûn. Lê dîsan jî çend kesan ew texmîn kir û di otobûsê de bû hêwirze: “Ev sînorê Kurdistanê ye!”

Xêlekê şûn de em peyayî gelîyê Zabûxê bûn, em ji binê gêlî bi rêya berware, çivane hilkişîyane hafa gêlî. Paşê dîsan newal, gir, heta ji dûr ve Laçîn xuya bû.

Min berê tirê rasthatina min ê tevî Kurdistanê lap teherekî mayîn be. Niha di otobûsê de rûniştî derva dinhêrim, lê tu tişt bala min nakşîne.

Cîya, gelî, daristan, çem, kanî, zang; dibe ku hema ev e Kurdistan? Lê ez wê Kurdistanê texmîn nakim, li dor û berê xwe dinhêrim, hundurê xwe digerim, lê tiştekî, wekî min bi vî welatî re, bi vê axê re bide girêdan, nabînim.

Ezî xemgînim, dudilîke xayîn dil û canê min dixişivîne, tabetîyê nade min; “Dibe ku rojek bê û ez di dilê xwe de ew a mezin jî nebînim. Ne axir min tirê eva jî herdem di dilê min de ye. Dibe ku ew gişk tenê ser zarê me ye û roja xeder em ê ji wê jî vekşin? Ne axir ev jî Kurdistan e, ne axir di nav dil û canê me de cîhê vê Kurdistanê jî gerek hebûya”?

Ez di nav van mitalan de otobûsa me peyayî Laçînê dibe. Pêşîya me dîsan gelî ye, di binê gêlî re çemekî mezin dikşe. Xortê kêleka min rûniştî, wekî nexşeya vê navçê ezberî zane, bi şa dibêje: “Eva jî çemê Hekarî”.

“Çemê Hekarî”! Ev herdu peyv nolî findê hizrê min ronahî dikin û ev welatê gavekê pêş de ji bo min dûr û nenas, dibe welatê min, dibe miskenê min, dibe Kurdistana min. Her tişt li ber çavên min tê guhastin. Niha ez li dor berê xwe dinihêrim û bi xwe jî nizanim çawan min berê texmîn ne dikir, wekî çîya û banî, gelî û zangên ha tenê li Kurdistanê dikarin hebin.

Hekarî! Gelo ew kî bûye, kîjan pêşî bûye, ku ew nav di dilê xwe de parastîye, xwedî kirîye, anîye, derxistye vira û danîye ser vî çemî? Gelo bi çi hesîn û hisretê wî ew nav li vî çemî kirîye, ku ew nav tu caran nayê ji bîra kirin, ku navê “Hekarî” wê heta-hetê ser zarê zar, nevî, nevîçirk, çirçirk û peyahatîyên wî, yên mayîn be. Gelo tirba wî camêrî li ku ye? Divêt gora wî bikine zîyaret, parêstgeh.

Otobûs li devê çêm radiweste. Ez peya dibim, diçime ser avê. Wek ku kivş dibe, li çîya baran barîye, ava çêm şelû ye. Lê çi xem, tiştê bûyînê ye, ku kudek ji xerîbîye bê devê çemê Dicle û ava Dicle tam neke, ser û çavên xwe bi ava Dicle neşo. Ku kurdek cara yekemîn here devê Ferat û ava wî tam neke, ser û çavên xwe bi ava wî neşo.

Ez ser avê de xwar dibim, bi ava çemê Hekarî ser û çavên xwe dişom, gulmek ava çemê Hekarî veduxum. Çend hogirên min jî otobûsê peya dibin, dest û çavên xwe bi ava çemê Hekarî can dikin. Piştî demeke kurt em dîsan bi rê dikevin.

Eva jî Laçîn, Pîrecan a berê, serbajarê Kurdistana Sor!

Bajar seranser çîya û banî, gir û newal in. Tu cîhekî rast tune; gişk zang, kir, zinar û newal in. Lê xelkê bajêr ber û zinar şikênandine û li şûna wan ji xwe re xanî ava kirine. Berpalên çîya heta qotê wan, gişk xanî ne. Çîya û banîyê bajêr tev bi daristan xemilandî ne, bajar bi xwe di nav bax û baxçan de winda bûye. Ji her alîya xule-xula avan tê.

Lê Laçîn niha vala, sotî û wêran e!

Bi jimara sala 1926 an li vê deverê 42 hezar kurd hebûn, navça Kurdistanê, ya xwedmuxtarî hebû; bi dibistanên kurdî, bi pirtûk, radîyo û rojnama kurdî. Van çîya û banîya stran û awazên kurdî dibihîsin, ev kolan bi bile-bila zarokaye kurdî tijî bûn.

Lê bi darê zorê ziman dan ji bîra kirin, radîyo, dibistan, rojname bûn azarî, çîya û banîya tenê bi dizî ve, ji şivan û gavana stranên kurdî dibihîstin.

Û sal bi sal jimara kurda kêm kirin, heta bi jimara sala 1979 an kurd neman.

Kurd hebûn û kurd neman!

Ez niha ketime kolanên Laçînê û şopa kurdîtîyê digerim. Erê, min çemê Hekarî dît, min bawer kir ku ev Kurdistan e, lê paşê? Paşê ez ê Kurdistanê di nav çi de bibînim?

Li her dera; li ser xanîya, li ser derya, li ser nîşanên devê rê bi zimanekî nenas û ji min re xerîb nivîsandine, kovar û rojnamên ba ber dîwaran berev kirine, bi zimanekî ji min re nenas in. Ya rebî! Lê ka Laçîna kurdan? Ka Laçîna serbajarê Kurdistana Sor? Çawan bû, ku di nava çil, pêncî salî de seroketîya Azarbêcanê li Kurdistana Sor kurdîtî kokbir kir? Ew ne tiştekî bûyîne ye. Dîroka kurd û Kurdistanê dide kivşe, wekî ew ne karekî usan hêsa ye.

Navbera Gorîs û Laçîn ê qereqol danîne. Nahêlin çek û sîlihan ji Qarabaxa Çîya bibin Ermenistanê. Em li qereqolê ne, jineke dor 60-65 salî, ku ermenîya Gorîsê ye, pêlavên xwe êxistine û ji bo bîn vedanê li kêleka me rûniştîye. Kamîyoneke bi darê banê xanîya barkirî ji alîyê Laçînê tê û berê xwe dide Gorîsê. Jinka ermenî gava kamîyonê dibîne, bi keser ber xwe de dibêje: “Hûn erdê sar de herin, lê hûn şerm nakin malê kurdên me talan dikin”. Wisane, çiqwasî jî serokê Azarbêcanê kurdê Laçînê çawan azarî nîşan bikin, çiqwas jî hinek ji wan bêjin em azarî ne, dîsan jî ermenîyên cînar wan çawan kurd nas dikin.

Û niha ez li kolanên Laçîna wêran û sotî ketime û li kurdîtîya wê digerim. Eva jî xanîyê rojnama “Laçîn”. Çar sal berê berpirsîyarê rojnamê Husên mialim çay dabû ber min û bi zimanê rûsî dixwest min bide bawer kirin, weki li Azarbêcanê ser kurdan tu zordarî tune. Lê piştî demeke kurt, li rêstoraneke ji bajêr der, piştî vexwarina çend kas vodka hêstir ketine çavan û çend bend ji dîrokeke kurdî stran. Dîrok ya alê wan bû û min texmîn kir, wekî ew bi wan hêstira, bi wê dîroka melûl şîna kurdîtîya xwe, ya zimanşikestî dike.

Piştî du salan ez ê Husên milaim dîsan bibînim, dema konfêransa kurdên Yekîtîya Sovyêt ê li Moskvayê. Ew ê dîsan rabe û bêje ku rewşa kurdan li Azarbêcanê baş e, kurd û azarî nolî bira bi hev re dijîn. Lê ev êdî ne cîhê wan gotinan bû, xortên kurdan yên xwîngerm fîtandinê û nehîştin gotina xwe temam bike. Êvarê li hotêlê Husên mialim wê dîsan bigrî, lê kesê wî aşt neke. Kî zane, dibe ku ew hêstir dil û canê wî paqij bikin, hisên kurdîyatîyê bal wî bi hêz bikin.

Qumandarê desta fîdayên ermenîya, ku gundê wan ser sînorê Laçînê ye, ji me re dibêje: “Em kî li bajêr hêsîr digrin, gişk dibêjin em kurd in. Ew zanin ku em kurda ji xwe re dijmin hesab nakin. Bav û kalên me bi sedsalan bi kurdan re cînartî, dostanî kirine. Rast e, ev çar salin em di nava şêrde ne, lê heta çend mehên paşin jî çûyîn, hatina gundîyê me û kurdên Keşîşkendê hebû”.

Ev çi zilm e, mervê kurd nav van çîyan de ji dayka xwe bûye, nav van çîyan de mezin bûye cawan dikaribû ewqas zû bişkê, ewqas zû zimanê xwe, kurdîtîya xwe winda bike? Ne axir heta sala 1926 an li seranser navça Laçînê tenê 108 mirov ji wî netewyî bûn. Ew netewê ku navê xwe jî rast nizane. Heta sala 1920 î teterê Kavkazê bûn, paşê bûne tirk, dû re azêrbacanî, azarî û niha jî dîsan dixwezin bibin tirk.

Û ez ketime Laçîna wêran, mîrata kurdan û li kurdîtîye digerim. Ez tiştekî usan digerim, wekî vê axê bike Kurdistina, vî bajarî bike serbajarê Kurdistana Sor.

Li çend cîhan misînê avê ber çavên min dikevin. Tê bîra min, wekî êtnograf T. Arîstova di pirtûka xwe ya “Kurdên Pişkavkazê” de wêneyên van misînan daye û nivîsîye, ku ev derdanê kurdên Laçînê ne… Lê gelo ev misîn tenê di malên kurdan de hebûne?

Dengê xortekî ji desta me min ji nav wan mitalan derdixe: “Apo, hela were, me maleke kurdan dîtîye”.

Mala kurda wê bi çi bê xanê? Bi emenî û xalîyên kurdî? Eger xwedîyê wan dema revê hiştibin jî, niha ermenîya talan kirine. Bi kincên kurdî? Ew jî dûrî aqilan e. Çiqwas ez zanim, li vî bajarî kesî kincê kurdî li xwe ne dikirin.

Ez berbi wê malê diçim. Agir berdane malê, lê gişk neşewitîye.

Piştî ermenîya Laçîn hildane, agir berî xanîya gişkan dane; bi bawarîya wan, xanîyên sotî wê vegera xwedîyên wan dijwartir bikira.

Mal serobinî hev kirine, çi tiştên bi nirx birine, herçî mayîn jî vir de, wê de avêtine. Û nav tiştên avêtî de pirtûk pirin. Pirtûkên bi azarî, rûsî, înglîsî…û bi kurdî.

Em ketine nav pirtûkan û yên kurdî dijbêrin. Em li Laçînê usan pirtûkên kurdî dinhêrin, çawan mirov xerîbekî xweyî çend salan winda kirî bibîne.

Pirtûkên bi zimanê kurdî, pirtûkên di der heqê kurdan de pirin. Çawan tê xuyayê xwedîyê malê mirovekî kurdperwar, pêşewitîyê çanda kurdî bûye. Li kuncekî malê rojnama “Rîya Teze” sal bi sal cihê, bi hev ve dirûtî danîne. Belê li vê malê qedrê qelema kurdî zanibûne, li vê malê serê xwe ber zilm û zorê xwar ne kirine, neşikestine. Em di nav pirtûkan de rastî çend naman tên. Nameyên Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, nameyên ji berpirsîyarîya “Rîya Teze”. Nav wan naman de reşê çend erza ku derd û kulên bi wan gîhandine hukumatê. Ji wan erza yek ya rûniştvanê gundê Lênînkendê ser navê serokê Sovêta Tewre Bilind, ya YKSS N. Podgornî û serokê Sovêta Tewre Bilind ya Komara Azarbêcanê Xalîlov şandine. 43 rûniştvanên wî gundî erze qol kirine. Ez dixwezim wê erzê bi tam li vir bînim.

“Bi nivîsandina vê erzê em dixwezin hûn hay jê hebin, wekî em kurd in, dê û bavên me kurd bûne, kalik û pîrkên me kurd bûne. Li gundê me Lênînkendê (Keşîşkenda berê) hetanî sala 1937 an dibistana bi zimanê kurdî hebû, zarokên me heta hingê bi zimanê xwe, yê dê, bi zimanê kurdî dixwendin. Lê dû re bi sebebên ji me ve ne dîyar ew dibistan hatin girtin. Hema wê salê jî gundîyên me, ku gişk kurd in, azarbêcanî hatin nivîsar.

Dema serjimara rûniştvanan, sala 1969 an, gundîyên me gişkan, dor du hezar kesî xwe kurd nivîsîn, lê dîsan jî hukumatê ew çawan azarî nîşan dan. Lê niha, gava pasporta diguhêzin, gundîyê me dixwezin, wekî di pasportên wan de ne ku azarbêcanî, lê kurd bê nivîsar. Me gelek caran serî li dayîrên anegor xistîye û me tika kirîye, wekî di pasportên me de, di mêtrîkên zarên me de kurd bê nivîsar. Ew jî herdem ji me re dibêjin, ku di dest wan de tu bingeh tune, wekî me kurd binvîsin.

Bi malûmatîyên di dest me de hene, li komarên Asîya Navîn, li Gurcistanê û Ermenistanê jî kurd hene û wan çawan kurd nas dikin, di pasportên wan de kurd dinvîsin. Lê ji bo çi kurdên li komara Azarbêcanê dijîn, çawan azarbêcanî dinvîsin? Me bi vê pirsê çend caran serî li Sovêta Tewre Bilind, ya komara Azarbêcanê, wezareta karê hundur, wezareta edaletê xistîye, lê tu bersiveke mak kirî nedane destê me.

Ji ber vê em niha berbirî birayê xwe, yê mezin dibin û tika alîkarîyê ji wan dikin. Em bawerin ku hûnê alîkarîya anegor bidine me”.

Na, kurdên Kurdistana Sor şikestî ne bûne, neşikestine û wê neşkên! Dengê xwîna wan tu caran nehatîye ker kirin û wî dengî nehîştîye ew bi nêynim-nêynima biratîya gelaye derew bi xew re herin. Biratî û dostanîya netewan tenê dikare di şertên wekhevîyê de pêk bê, gava mafên netewa wek hevin. Lê gava yek nehêle zarokên te bi zimanê xwe, yê dê bixwînin û bipeyivin, kurdîtîya te nana dike, bi zor te tirk û azarî dinvîse, gava nahêle tu serbest çanda xwe bi pêş ve bibî, ew ne birê te, lê dijmînê te ye.

Û bila îro hinek hezar tûtika nekine devê xwe û pesn û methê wê biratîyê nedin. Em ji wan û biratîya wan bawer nakin.

1992


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji ber êrîşa li dijî Tatlises 15 kes hatin binçavkirin

ad

Prof. Dr. Adak: Perwerdeya bi kurdî hebû û ne kêmî ya miletên cîran bû

ad

Elîfba hîmê literatûrayê ye

ad

Vane serketiyên Globa Zêrîn

ad

Sehet xweş Diljen Ronî

ad

Çend gotin li ser festîvalên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname