Diyarname / Stenbol
Hejmara 5'an a "Kovaroka Xwendekarên Zanîngehan a Zanistî Wêjeyî Hunerî" Pêngavê derket. Di vê hejmara kovarokê de jî nivîsên bi mijarên cur bi cur ên ji hêla xwendekarên zanîngehan ve hatine nivîsandin balê dikişînin.
Pêngav ku li Stenbolê ji hêla xwendekarên zanîngehan ve tê derxistin, bi nivîsên xwe yên ku ji pênûsên ciwan diherikin, di nava kovarên kurdî yên heyî de cihekî pir taybet digire. Ji wêjeyê heta tibê, gelek nivîsên bi mijarên cur bi cur ku ji hêla xwendekarên zanîngehan ve tên nivîsandin tam û çêjeke cihê didin xwendevanên kovarokê. Gelek navên nû yên ku bi nivîsên xwe rûpelên kovarokê dixemlînin ji bo pêşeroja nivîskariya kurdî hêviyên xwendevanan mezin dikin.
Li aliyê din, eleqeya ji bo kovarokê jî ji bo hezkiriyên nivîsa kurdî cihê kêfxweşiyê ye. Li gor agahiyên ku me ji organîzatorên kovarokê stendin, hem di warê nivîsandinê de, hem jî di warê xwendinê de eleqeyeke gelek baş ji bo kovarokê tê nîşandayîn.
Hejmara 5'an a kovarokê jî wekî hejmarên din bi gelek nivîsên sûdemend dagirtî ye.
Di vê hejmarê de hin nivîsên ku serê pêşî bala me dikişînin û nivîskarên wan ew in:
“Kurdîzade Ahmed Ramîz” Kenanê Nado, “Ji Dara Zanistê Şaxek: Dîroka Hunerê-2” Nûhat Deştî, “Li ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche” Bawer Ronahî, “Piştêş (di vê nivîsî de li ser sedemên nexweşiya piştêşê tê sekinîn)” Şevger Cîlo-Orhan Hebhinark, “Nexweşiya Penceşêrê” Mistefa Dewlemend, “Li ser Nexweşiya Astimê” Fuad Hemedxan, “Mîhrîcana Karker û Kedkaran” Îmad Bernas, “Melayê Meşhûr û Pêkenokên Wî” Eliyê Xanê, “Curmeke Di Bêdengiyê De” Rêbaz Şoreş, “Danezana Mafên Mirov Ya Gerdûnî” D. Mislim Baran, “Semîramîs û Dînek/Rênas Jiyanek” Omer Faruk Baran, “Hevpeyvîn Bi Selamo Re” İmad Bernas, “Romanê Denîz Gunduz Yê Dîyîne: Soro” Denîz Gunduz, “Ehmedê Xanî” Ezîzxan Altûntaş, “Sedat Yılmaz û Fîlmê Press” Bahadîn Cibilgiravî .
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


