AMED
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî Bulvara Mahabadê, Bulvara Qamişlo jî vekir.
Bulvara ku li ser rêya Mêrdîn û Riha hatiye çêkirin bi merasîmekê hate vekirin. Di vekirina bulvara ku 9 kîlometre dirêj e, 50 metre fireh e û pira Zoxê ku ji 243 metreyan pêk tê de, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredara Baglara Amedê Yuksel Baran, Cîgirê Şaredariya Kayapinarê Mahmût Dag, Şaredarê Sûrê Abdulah Demirbaş, parlamenterên Amedê Altan Tan, Nursel Aydogan, Hevserokê BDP’a Amedê Emîn Yildirim jî di nav de gelek nûnerên saziyan û komek ji gel amade bûn.
Şaredar Baydemîr, balkişande ser tifaqê û got: “Tişta girîng tifaq e. Tifaq sedî 50’yê serketinê ye. Ku tifaq nîn be xizmet jî pêk nayê. Rêveberiyên me yên heremî cara yekem di sala 1999’an de hatin ser kar. Ev bajar hinga perspektîfa ‘Nasnameya we, çanda we, fikra we ya siyasî çi bibe bila bibe li pêşiya xizmeta we tu astengi tune’ nas kir. Şikir ji xweda re me ev al ji hevalên xwe dewir girtin. Me ev al bi piştgiriya gelê xwe, partiya xwe, rêxistina xwe derxiste lotkeya jorîn. Dîsa îro vê alê em carek din radestî gelê xwe dikin. Baweriya min ev e ku hevalên me yên vê alê ji destê me bigirin, dê hê bilindtir bikin. Ji vê şika me tune. Bi Bulvara Mahabadê Amed bi Mahabadê re hate cem hev. Bi Bulvara Qamişlo jî Amed dê carek din bi Qamişlo, Binxetê re were cem hev. Baweriya me ewe ku hevalên me yên alê ji me dewir bigirin dê Bulvara Hewlêr jî çêkin. Bi vî hawayî carek din dê sînor bê wate bibin.” Baydemîr diyar kir ku dê ev bulvar barê trafîka navçeya Peyas jî sivik bike.
Baydemîr qala xizmetên şaredariyê kir û wiha berdewam kir: “Dibe ku îftirayan bavêjin bajarê we. Bi quran hesûdiyan dikin. Dibêjin çima digel ku ewqas perê me hene çima şaredariyê me jî ne wisa ne. Li cem wan çênabe lewra ew ne BDP ne, siyaseta xwe li gor gel ava nakin. Zêdetir li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Niha li vir temamê hevalê min şaredar hene. Kesekî ku başnavê wî Baydemîr, Demirbaş, Baran, Karatekin be di nava 10 salan de li tu şaredariyê nehatiye bicih kirin, îhale negirtine. Lewra em xizmetkarê gelê xwe ne.” Baydemir got ku piştî peywira xwe dewir kir dê ligel şaredaran bimîne û 24 saetan dê şêwirmendiya wan bikin. Baydemîr Bulvara Qamişlo diyarî şoreşa Rojava kir.
Piştî Baydemîr parlamenter Nursel Aydogan û Altan Tan jî axaftinek kirin û bal kişandin ser xizmetê şaredariyê. Herî dawî Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axifî. Turk wiha got: “Ev pêvajo ji bo gelê kurd pir girîng e. Di sed salî de xizmetê ku li Amedê nehatine kirin di van 15 salin dawî de hatiye kirin. Ez baş dizanim ku gelê me vê bi çavê xwe dibîne. Lewra ev rêxistin bi gelê xwe ve girêdaye. Ji bo jiyanek bi rûmet xebatê dikin. Ji bo vê xebatê ez şaredariyê pîroz dikim. Bi rastî ev nav xwedî derketina li Rojava ye, li 4 parçeyê Kurdistanê ye.”
Turk wiha berdewam kir: “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina şaredariya ye. Divê gelê kurd bi vê hilbijartinê diyar bike bê azadiyê dixwaze an na. Li vîna xwe xwedî derdikeve an na? Bila kes şaş fêm neke. Xizmet girîng e lê civakeke ku ne azad be tu car xweşiyê nabîne. Armanca me hem xizmet hem jî afirandina jiyaneke azad e. Hilbijartinan divê em wek referandumê bibînin. Azadî nêz e, pêşeroj ya me ye.”
Piştî axaftinan bulvar bi birîna qurdeleyê hat vekirin. Herî dawî jî li ber def û zirnê govend hate girtin.