Diyarname
Par ji ber ku ji kelehê kevirek ketibû û kesek miribû deriyê Heskîf ji bo tûrîzmê hatibû girtin, careke din ji bo tûrîzmê hat vekirin. Bilêtên ji bo gerê bi 3 TL'yî têne firotin. Pêşî şaredar û qeymeqam bilêt kirîn û derbasî cihê gerê bûn.
Şaredarê Heskîfê A. Vahap Kusen got ku girtina deriyê Heskîfê ya ji bo tûrîzmê bû sedem ku bi sed hezaran tûrîst neyên vê derê û wisa dom kir: "Biryara ku niha hatiye girtin gelek baş e. Ji ber ku Heskîf muzeyeke servekirî ye ku li dinyayê hindik cihên wisa bi tevna dîrokî hene. Careke din vekirina deriyên Heskîfê ji bo tûrîzmê hem ji bo tûrîstan hem jî ji bo aboriya navçeyê encameke baş e."