Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê vê şemiyê dest pê dike. Di fûarê de weşanxaneyên kurdan jî hene.
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê TUYAP îsal di navbera 16-24'ê vê mehê li dar dikeve. Fûar 16'ê mehê saet 12.00'an de dê vebe û her roj dê di navbera 11.00-20.00'an de vekirîbe.
Îsal li dor 340 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Di fûarê de 130 çalakiyên dê wekî konferans, gotûbêj, panel û çalakiya xwendina helbestan li dar bikeve.
Mêvanê rûmetê yê fûarê yê îsal helbestvan û nivîskar Refik Durbaş e. Durbaş ku di sala 1944'an de li Erzeromê hatiye dinê heta niha di gelek kovar û rojnameyan de helbest û nivîsên wî derketine, ew hê qunciknivîskariyê dike.
Di fûarê de dê nivîskarên wekî Refik Durbaş, Murathan Mungan, Furuzan, Can Dundar, Yilmaz Ozdil, Gulten Dayioglu, İlber Ortayli, Zeynep Oral, Oya Baydar, Altan Oymen, Ahmet Telli, Yekta Kopan, Tugrul Keskin, Latife Tekin, Ayşegul Devecioglu, Nihat Behram, Hakan Gunday, Ataol Behramoglu, Muazzez İlmiye Çig, Nazli Eray, Mavisel Yener û gelek nivîskarên din beşdar bibin. Ji nivîskarên kurd jî dê Cihan Roj, H. Kovan Bakî, Ronî War beşdar bibin.
Di fûarê de dê pêşangeheke li ser nivîsakr Rifat Ilgaz bi navê "Rifat 100 salî ye" ku Weşanên Çinar amade kiriye dê vebe.
Digel ew qas weşanxaneyên tirk, çend weşanxaneyên kurd jî beşdar dibin. Ji weşanxaneyên kurd weşanên Ava, Perî beşdar dibin. Kurdî-Dera Îzmîrê jî wekî saziya sivîl dê di fûarê de be û standê veke. Her wiha Weşanên Evrensel ku digel pirtûkên tirkî ev çend sal in pirtûkên bi kurdî jî diweşîne beşdarî fûarê dibe.
Di fûarê de gelek panel û gotûbêj hene ku yek jê jî bi kurdî ye ku bi beşdariya nivîskar Cihan Roj û H. Kovan Baqî dê li dar bikeve. Panela bi navê "Wêjeya modern a kurd û keda wêjeyê ya ji bo ziman" dê roja 20'ê avrêlê di navbera saetên 15.45-16.45'an de li dar bikeve.
Di fûarê de hin panel û gotûbêjên ku wekî hilbijêr em pêşkêş dikin jî ev in:
16 Avrêl 2011, Şemî
Salona Konferansê II
Saet: 14.30-15.30
Xwendina helbestan
Beşdar: Ahmet Telli
Amadekar: Weşanên Everest
Salona Konferansê III
Saet: 14.30-15.30
Panel: “Kardeş Edebiyatlar” (Wêjeyên Bira)
Birêveber: Namik Kuyumcu
Axivger: Abidin Parilti, Huseyin Husrevşahi, Migirdiç Margosyan, Ragip Zarakolu
Amadekar: 1'emîn Festîvala Wêjeyê ya Navneteweyî ya Îzmîrê
Saet: 18.30-19.30
Gotûbêj: “Kitap Silinen Ulkede Gazetecilik” (Li welatê ku pirtûk têne têkbirin de rojnamegerî)
Axivger: Ertugrul Mavioglu, Tugrul Eryilmaz
Amadekar: Rojnameya Radikalê
17 Avrêl 2011, Yekşem
Salona Konferansê III
Saet: 16.45-17.45
Panel: “Kapitalizmi Anlamak ve Aşmak” (Fêmkirina Kapîtalîzmê û Derbaskirina wê)
Axivger: Fikret Başkaya
Amadekar: Weşanên Ozgur Universite
Saet: 18.00-19.00
Gotûbêj: “Abdestli Kapitalizm” (Kapîtalîzmê bi destmêj)
Axivger: Eren Erdem
Amadekar: Weşanên Ozan
18 Avrêl 2011, Duşem
Salona Konferansê I
Saet: 15.30-16.45
Panel: “Kitap Ekleri ve Dergilerde Eleştiri” (Di kovar û paşgoyên li ser pirtûkan de rexnegirî)
Birêvebir: Metin Turan
Axivgerlar: Turhan Gunay, Mavisel Yener, Gokhan Cengizhan
Amadekar: Komeleya Wêjevanan
Saet: 17.00-18.15
Panel: “Sinemaci ve İnsan Yilmaz Guney” (Wekî sînemager û mirov Yilmaz Guney)
Yöneten: Hayri K. Yetik
Axivger: Ahmet Soner, Osman Şahin, Zahit Ata
Amadekar: Komeleya Sêwregiyan a Îzmîrê
20 Avrêl 2011, Çarşem
Salona Konferansê I
Saet: 15.45-16.45
Panel: “Turk Milliyetçiliğinin Ekonomi Politiği” (Ekonomî polîtîka neteweperestiya tirk)
Birêvebir: Mukaddes Çelik
Axivgerlar: Ali Sait Çetinoglu, İbrahim Okçuoglu, Nevzat Onaran, Gulçiçek Gunel Tekin,
Amadekar: Weşanên Belge
20 Avrêl 2011, Çarşem
Salona Konferansê II
Saet: 15.45-16.45
Gotûbêj: “Modern Kürt Edebiyatı ve Edebiyatın Dile Katkıları” ("Wêjeya modern a kurd û keda wêjeyê ya ji bo ziman")
Axivger: Cîhan Roj, H. Kovan Baqî
Amadekar: Kurdî-Der
Salona Konferansê III
Saet: 12.00-13.00
Panel: “Kutuphaneler ve Okuma Alişkanliklari” (Pirtûkxane û Xuya Xwendinê)
Birêvebir: Arslan Bayir
Axivger: Şadan Gokovali, Recai Şeyhoglu, Hulya Soyşekerci, Mehmet Atilla
Amadekar: Komeleya Wêjevanan
22 Avrêl 2011, În
Salona Konferansê I
Saet: 17.00-18.15
Panel: “Cezaevi Edebiyati” (Wêjeya Girtîgehê)
Birêvebir: Ahmet Cihan
Axivger: Nevin Berktaş, Mehmet Çetin, Meral Koşturacak, Senar Turgut, Suzan Zengin
Amadekar: Weşanên Belge
23 Avrêl 2011, Şemî
Salona Konferansê II
Saet: 14.30-15.30
Xwendina Helbestan û gotûbêj
Axivger: Şukru Erbaş
Amadekar: Weşanên Kanguru
24 Avrêl 2011, Şemî
Salona Konferansê II
Saet: 13.15-14.15
Gotûbêj: “Arap Dunyasinda Ayaklanma” (Li welatên ereb serhildan)
Axivger: Mustafa Yalçiner
Amadekar: Weşanên Evrensel Basim
Salona Konferansê III
Saet: 13.15-14.15
Panel: “Hikâye Seni Anlatıyor!” – Marx’ın Başyapıtı Kapital Yeniden” ("Çîrok te vedibêje!" - Berhema Mark Kapîtal ji Nû ve")
Axivger: E. Ahmet Tonak, Erkin Ozalp, Nail Satligan
Amadekar: Yordam Kitap
Saet: 14.30-15.30
Gotûbêj: “Marksizm ve Birey” (Marsîzm û Kes)
Axivger: Cem Erogul
Amadekar: Yordam Kitap
Saet: 15.45-16.45
Gotûbêj: “Oteki Dunyalar” (Dinyayê Din)
Axivger: Murathan Mungan
Amadekar: Weşanên Metis
Saet: 17.00-18.00
Xwendina Helbestan: “Hayata ve Aşka Dair” (Li ser jiyan û eşqê)
Beşdar: Şukru Erbaş, Aydin Şimşek, Halim Yazici, Ece Urkmez, Neriman Calap, Omer Turan, Ozlem Sezer, Şehmus Ay, Fergun Ozelli, Pelin Onay, Hulya Atilgan, Ozgen Seçkin
Amadekar: Weşanên Kanguru
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


