Amed
Ji bo bîranîna helbestvanê mezin ê kurd Feqiyê Teyran li ser Çemê Dîcle, li ser Pira Deh Derî bi çalakiyeke pir-rengîn hat bibîranîn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di merasimê de wisa go: "Peywira me ye ku em nirxên me yên wekî Feqiyê Teyran ragihînin pêşerojê."
Di çalakiya ku bi diruşma "Ne Adar e, ne Nîsan e, roj roja Feqiyê Teyran e” hatibû li dar xistin, gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de helbestên Feqiyê Teyran hatin xwendin, hunermend Mehmet Atli, Koma Azad û Şêrko Kanîwar stranên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyê de beşdaran ji ser Pira Derî re qurnefîlm avêtin nav Çemê Dîcleyê.
**
Nûçeya eleqedar: