Diyarname
Lijneya Bilind a Hîndekariyê (YOK) daxwaza vekişîna ji Bernameya Lîsansa Bilind a Bêtez ya Mamostetiya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê red kir.
Ji bo gihandina mamosteyên kurdî YOK'ê dabû ku 500 kes ji yên serîlêdane bêne hilbijartin lê piştî navên 500 kesî hatibû diyarkirin û mehekê dest bi perwerdehiyê kiribû jî ev hejmar daxistibû 250 kesî. Li ser vê yekê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê (MAU) xwestibû ji Bernameya Lîsansa Bilind a Bêtez ya Mamostetiya Kurdî vekişe. YOK'ê ev daxwaza zanîngehê red kir.
Li gor vê biryara YOK'ê dê tenê 250 xwendekar perwerdehiya xwe ya ji bo mamostetiya kurdî bidomînin û 250 kesên din ku ji bo hîndekariya duyem hatibûn girtin dê bernameya wan bê betalkirin.
Ger ev kontenajana 250 kesî temam nebe, ji kesên serî lêdane yên herî zêde pûan girtine dê kontenjan bê dagirtin.
250 kesên ku ji bo hîndekariya duyem serî lêdabûn 2 hezar TL pere razandibûn. Ji ber girtina wan a zanîngehê hat betalkirin ev pereyên wan dê bi paş ve bê dayîn.
250 xwendekarê di beşa hîndekariya yekemîn de ku bernameya wan hatiye qebûlkirin dê rojên 13-14'yê mehê dest bi perwerdehiyê bê kirin.
Xwendekarên ku niha mexdûr bûne hefteya borî li ber deriyê zanîngehê çalakî li dar xistibûn. Vaye nûçeya wê çalakiyê:
- Berendamên mamostetiya kurdî çalakî li dar xistin