Diyarname
Sekreterê berê yê PDK'ê, siyasetmedar Cewher Namiq Salim şev 21'ê mehê jiyana xwe ji dest da.
Salim demek dirêj di nava refên pêşmergeyên PDK’ê de wekî pêşmerge têkoşîn da. Cewher Namiq Salim di sala 1992'yan de bû Serokê Parlemena Başûrê Kurdistanê û wî demek dirêj karê serketeriya giştî ya PDK'ê kir.
Salim ji sala 2003’yan ve ye ji siyasetê dûr bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo Salim peyameke serxweşiyê weşand.
Wêne ji Pukmedia hatiye girtin