Diyarname
Her ku hilbijartin nêz dibe sazkirina anketan û encamên wan jî tên nîqaşkirin. Herî dawî kompaniya MetroPOLL'ê anket çêkir û encamên wê weşandin. Li gor MetroPOLL'ê AKP li pêş e, CHP û Îyî Partî bendavê derbas dikin, HDP jî berî yên bêbiryar bêne belavkirin bi 0,6 li bi bendavê ye.
MetroPOLL'ê li ser pirsa "Vê yekşemê hilbijartin çêbe hûn dengê xwe didin kîjan partiyê?" kiriye û di encamê de gihîştiye vê encamê: AKP sedî 43.3, CHP sedî 18.9, Îyî Partî sedî 11.1, HDP sedî 9.4, MHP sedî 5.2, Partiya Saadetê sedî 1.3, yên bê din 0.7. Sedî 1.5 jî gotiye "Ezê hilbijartinê protesto bikim".
MetroPOLL'ê piştî yên bê biryar belav kirine ev encam derketiye holê:
AKP: Sedî 48
CHP: Sedî 21
Îyî Partî: Sedî 12
HDP: Sedî 10
MHP: Sedî 6
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP’ê
- Ji bo hilbijartina serokomarî 6 berendam çêbûn
- KADEM'ê ji bo 'berendamên jin' bang li partiyan kir
- Demirtaş: 'Dest, mil û dengê min ciwan û jin in
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be