Diyarname
11'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di navbera 15-25'ê gelawêjê de li dar dikeve lê wekî gelek çalakiyên din ji ber vîrusa koronayê online li dar dikeve.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji sala 2001'ê ve tê li dar xistin. Îsla 11'emîn car dê li dar bikeve. Di çarçoveya festîvalê de piranî kurtefîlm dê 50 fîlm bi awayekî online bên nîşandayîn û piştî nîşandayînê dê gotûbêj li dar bikevin. Her wiha di festîvalê de panel û masterclass jî dê ebin.
Di nav fîlmên bêne nîşandayîn de dê yên serketî bi Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî ya Yilmaz Gnuey, bi Xelata Mansiyonê bêne xelatkirin û her wiha dê Xelata Rûmetê jî bê dayîn. Bernameya festîvalê di nav rojên pêşiya me de dê bê eşkerekirin.