li dû milyonûnîv… û yekî!
li beyarên Hezaza Rûtan
li kendalên Keleha Zêrzewanê, li van derdoran
kulîlkek vedibe bi xecê re
bi lîlozê re, bi binefşê re
kulîlkek vedibe kulîlkek:
ta ta kirîv
bejn bejn nîsan!
“her geya li ser koka xwe” heyran
bi bîna xwe her kulîlk, her gul bi rengê xwe
ku vebin li bexçeyê dil, li milkê dil
û her stran ji devê endeliyekî, bi awaza xwe…
dîrok feqîrokek weqa-nûs e li vê keviyê
zêr dikire, şûr dibirre, xame dinivîse:
nîsan qefle qefle, rê pêxwas
lêmişt qewmek bû li ber pêlên lehiyê!
ji kîjan pêlê tu filitî Etyen?
tu Margosyan, Hrant tu?
ji Mihella Gawiran î tu, an ji Qeraxa Golê?
'bilêta Migirdiç birrîn ber bi Stenbolê'
li Madenê pirsîn ji ya j’qirê filitî:
'Bêje Margos, tu ji ku yî?'
ez ji kû bûm Hrant, tu ji ku bû?
Gerapêt ji ku bû, Dîkran ji ku bû?
kalê min cîranê kalê te bû, ez kirîvê te
ne ji wir im li dû te, ez jî ne ji vir im.
li welatekî digerim, Jaklînê:
her kîşwer bihar, her heyv nîsan.
bi qasî min bêriya Usivê Fille dike, taxeke Nisêbînê!
Arjen Arî