Diyarname
7’emîn Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî dest pê kir. Yên bixwazin dikarin heta 1’ê adara 2020’an berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ji bo bîranîn û yadkirina helbestvan Arjen Arî tê lidar xistin. Ji bo eşkerekirina pêşbaziya îsal li Şaxa Egîtîm Sena Amedê daxuyanî hat dayîn. Berpirsê Weşanên Sor Reşo Ronahî daxuyanî xwend, mercên pêşbaziyê eşkere kirin. Ronahî got ku ew pêşbaziyê ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye.
Li gor daxuyaniyê îsal juriya pêşbaziyê ji Berken Bereh, Necla Arî, Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H. pêk tê.
Pêşbaziya ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.
Vane şertên beşdariya pêşbaziyê:
• Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
• Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
• Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
• Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
• Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
• Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
• Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
• Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
• Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
• Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.
• Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.
• Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
• Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
• Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.
• Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
Yenişehir Mah., Ali Emiri 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
• Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
• Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
• Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
• Kesên xwedî berheman divê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de dosyeyên xwe bişînin.
• Pêwendî; Reşo Ronahî
(05434886996)
(0412) 2282613
Şert û mercên pêşbaziya îsal ji aliyê Reşo Ronahî ve hatin eşkerekirin.