Diyarname
Roja 2'yê mehê Cîzre Spor û Agirî Spor li Cizîrê bi hev re lîstibûn. Cîzre Spor bi 1-0 têk çûbû. Piştî vê yekê Cîzre Sporê ragihandibû ku heta niha li hemberî wan her bi niyetek xirab tevgeriyane, ligel ku serî li Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dane jî encam negirtine û loma biryara vekişîna ji lîgê da. Rêveberiya klûbê îro bi awayekî fermî serî li TFF'ê da û xwest ev daxwaza wan bê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ev 10 sal in ew xebatên sporê dikin, li herêmê ji bo pêşî li tiştên xirab bigirin dixebitin û ciwanan dikişînin nav civakê lê hem li deplasmanê hem li sehaya wan her hakêman biryarên şaş der barê wan de dane û klûba wan di bin zoriyê de hiştine. Di daxuyaniyê de wisa tê gotin: "Li ser maçên ku Cîzre Spor têde rastî xetayên hakêman û êrîşên nijadperestan hatiye her serî li TFF'ê daye lê pêşî li van neheqiyan nehatiye girtin."
Di dawiya daxuyaniya ku li ser navê Serokê Klûbê Maruf Sefînç hatiye şandin de wisa hatiye gotin: "Li ser tiştên me li jor anîn ziman ji ber van gavên dijhiqûqî û neadil, me biryar da ku em êdî di Lîga 3'yemîn de nalîzin û biryara vekişîna ji lîgê didin. Em hêvî dikin hûn dê vê daxwaza me qebûl bikin."