Li Hewlêrê li avahiyeke şewat pêk hat û bû sedema tirseke mezin.
Îro saet li dor 12'ê rojê agir bi avahiyeke bi navê Haci Yahya ket. Hê kes nizane ji ber çi agir bi awahiyê ketiye. Agirkujan ji bo temirandinê mudexeleyê şewatê kir lê bi ser re saeteke derbas bû hê jî agir nehatiye temirandin.
Hê nayê zanîn ku çiqas zerara madî pêk hatiye lê tê gotin ku li ser bûyerê kesekî hatiye binçavkirin.
Agirkuj hê hewldana xwe ya ji bo temeran agirê didominin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin