QAMIŞLO
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) got ku rejima Sûriyê ji bo mamoste bi kurdî dersê nedin mamosteyan tehdîd dike. SZK'ê bang li rejimê kir ku dest ji vê kiryara xwe berde.
SZK li rojavayê Kurdistanê li ser ziman xebatê dike. Li ser kiryarên dawî yên rejiya Sûriyê SZK'ê daxuyaniyeke weşand û got ku rejima Sûrî hem perwerdehiya bi kurdî asteng dike, hem jî mamosteyên li dibistanan dersê didin tehdîd dike. SZK'ê wisa got:
“Dewletên wekî dewleta Sûriyê timî bi tirsa hillweşandin û parçekirina dewletê nêzî pirengiya di welatê xwe de bûne; her tim bûne sedema gelek karesat, êş û janên pir mezin. Ew karaseta ku îro li Sûriyê tê jiyîn jî encama vê hişmendiya înkarê ye. Lewre, heya îro jî rejîma Sûriyê xelasiya xwe ya ji wê tirsê di tepeserkirin, bişaftin, înkar û tunekirina pirengiyên di welatê xwe de dibîne. Ji bo vê yekê jî timî serî li rêyên bêexlaq, kirêt, û dijmirovahî yên wekî kuştin, girtin, îşkencekirin, sexurandin, talankirin, wêrankirin, bêkar û birçî hiştin, ji cih û warê xwe dûrxistin û penaberkirinê daye û dide."
Di daxuyaniyê de qala salên 1960'î kir û wisa got: "Belgenameya siyaseta 'kembera ereb' a ku di sala 1962’yan de bi armanca 'erebkrina herêmên kurdan' hatî amadekirin û rapora projeya erebkirina kurdan ya ku bi navê 'rizgarkirina giyana ereb a li Cezîrê' ku ji hêla Amîrê Şaxê Siyasî yê herêma Hesekê ve hatibû amadekirin û heya îro jî dewlet di vê siyaseta xwe de israr dike, her tiştê siyaseta bişaftin, îmha û înkarê ya rejîma Sûriyê bi awayekî rût û tazî radixe berçavan."
Di daxuyanî de tê gotin ku ligel hemû zilm û zordariya rejimê jî gelê kurd timî bi pîvanên mirovî û exlaqî tevgeriyaye, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu carê serî li riyên tundî û cudaxwaziyê nedaye û timî serî li riyên demokrtîk û aştiyane daye û heta îro jî vê helwest û pozisyona xwe diparêze. Daxuyanî wisa didome: "Şoreşa ku îro li rojavayê Kurdistanê pêk tê jî di heman çarçoveyê de û bi armanc û daxwaza di Sûriyeyeke demokratîk de Xweseriya Demokratîk a Gelê Kurd û Kurdistê dimeşe û pêş ve diçe. Digel vê yekê jî rejima Sûriyê ya nijadperest hê jî dest ji siyaseta xwe ya gemar û qirêj bernedaye. Di siyaseta kurd, Kurdistan û zimanê kurdî de teqlîta Erdogan dike. Li aliyekî hê jî qebûl nake ku di distanan de zimanê kurdî bi awayekî fermî bê dayîn û ji bo ku ev yek pêk neyê jî li hemû mamoste û rêveberên dibistanên di herêmê de gefan dixwe û yên ku bi karê zimanê kurdî re radibin jî ji kar davêje. Li aliyê din jî bi awayekî sextekarane, ji bo ku gel bixapîne 'estîtuya zimanê kurdî' li Şamê vedike û dixwaze alfabeya erebî li ser gelê kurd ferz bike. Lê divê rejima Sûriyê ya nijadperest ji bîr neke ku cih û navenda zimanê kurdî ne Şam e, Kurdistan e. Biryara alfabaya zimanê kurdî jî ne ya rejima Şamê, ya gelê kurd û sazyên wî yên pêwendîdar e. Heke dewleta Sûriyê wisa li ber dilê xwe bide ku kurd dê wekî berê serê xwe li ber wê bitewînin, xwe dixapîne. Êdî li cihê kurdê sertewîner kurdê serhildêr û xwedî vîna azad daketiye qadên jiyan û têkoşînê."
SZK'ê di daxuyaniya xwe de bi tundî ev kiryara rejima Sûriyê şermezar kir û wisa dawî li daxuyaniya xwe anî: "Heke dewleta Sûriyê dest ji vê siyaseta xwe ya nijadperest, gemar û gefxwer bernede, wê gelê kurd bê bersiv nemîne û bersiva pêwîst jî wê bi awayê herî tund bê dayîn.”


