Cizîr
Xwediyê rojnameya Cîzre Postasi Davût ÇÎmen di şewata ku bi avahiya rojnameyê ket de jiyana xwe ji dest da.
Êvara 3'yê reşemiyê li avahiya rojnameyê şewatek derket. Çîmen ku ofîsa çapxaneyê di heman remê de wekî ciyê razanê jî bikar dianî, di dema şewata de jiyana xwe ji dest da.
Cesedê Çîmen ji aliyê belavkarên rojnameyê ku serê sibehê ji bo belavkirina rojnameyê hatin ofîsê ve hate ferqkirin. Piştî ku bÛyer hate bihîstin, mebûsê BDP’ê Hasîp Kaplan ku li Cizîrê bû çû serdana malbata wî. Ji bo otopsiyê cesedê Çîmen şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.