Liverpoolê pereyek gelek mezin ji bo defansparêzekî xerc kir!
Diyarname
Tîma Îngilistanê Liverpool ji Southampton lîstikvanê defansê Van Dijk transfer kir lê ne transferek ji rêzê; Di vê transferê de rekor þikand. Liverpool tam dê 85 mîlyon Euroyî wekî bonservîs bide Southampton ku ev pere di dîroka klûbê de pereyên herî zêde ye ku ji bo lîstikvanekî defansê tê dayîn. Her wiha di dîroka fûtbolê de jî heta niha ji bo lîstikvanekî fûtbolê yê defansê ew qas pere nehatiye dayîn.
Lîstikvanê hollandî bi vê transferê bû lîstikvanê defansê yê herî buha. Virgil van Dijk piþtî yekê mehê li Liverpoolê bi awayekî ferm3i dê bilîze û formaya 4 nimre li xwe bike.
Liverpool ji serê salê ve dikir ku ji bo lîstikvanê 26 salî tîma wî Southamptonê qanî bike û niha di vê mirazê xwe de bi ser ket.