Enqere
Li Enqereyê bi navê "Tirkiye bi Rastiya Girtîgeha Amedê re Rûberî Hev Dibe" li dar ket. Yaşar Kemal ku dê axaftina destpêkê bikira ji ber nexweşiya xwe nehat.
Sempozyûm ji aliyê Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê, Navenda Giştî ya ÎHD'ê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Yekîtiya Tabîbên Tirk û Însiyatîfa 78'yan ve tê li dar xistin.
Vaye ji sempozyûnê hin not:
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak:
- Gelê kurd ji dewletê li bendê ye ku bawerî bide wan ku dê careke din tişteke wisa neke. Ji alî kurdan ve pêvajoya yekemîn a girtîgeha Amedê di sala 1980'ê, ya duyemîn di sala 1990'î de ri rela şewitandina gundan de pêk hat û niha jî pêvajoya sêyemîn li dar e. Bi awayekî bi pergal kirinên ku zimanekî, çandekî têk bibin, wê biçûk bixin û ji holê rakin hene. Dibe ku rêbaz guherîbin lê texrîbatên ku çêkirine nêzî hev in.
Min bi zarokek biçûk ê şaredarê me yê girtî re xeber da. Zarokê ku diçe dibistana seredayî di dersê de mamoste qala demokrasiyê dike, ew jî radibe dibêje: Mamoste, parastina demokrasiyê tiştek xirab e, ji ber ku yên diparêzin davêjin girtîgehan. Dîsa zarokek din a hevalekî me dayik jêre nasname derxistiye, ji min re got: 'Xaltiya Gultan, tu dizanî diya min ji min re çi kirî, diya min nasnameyê tirkan ji min re kirî'. Min got te çawa fêm kir? Got: Li ser ala tirkan hebû. Dîsa zarokek ku bavê wê girtiye bi ser pîra xwe de hêrs dibe: Te çima kurdî hînê bavê min kir, ji ber kurdî bavê min bernadin.
Dema em bi rastî li hestan dinêrin, em dibêjin hestên ku di serdema 12'yê Rezberê de hatine jiyîn û yên îro wekî hev in.
Ji bo berpirsên tiştên li girtîgehê hatine jiyîn bêne darizandin pêdivî bi guherandina Xala 15'an de jî nîn bû.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş:
- Em wekî rayedarên li bajêr destûrê nadin di cihê girtîgehê de tiştek din bê çêkirin. Ger bê çêkirin bila muze bê çêkirin. Girtîgeha Amedê divê bibe muze û em bi biryar in ku bikin muze.
A rast tu ferqa îro û wê rojê nîn e. Ez şeş meh berê ji girtîgehê derketim. Sedema derketina min ev bû 'Ger li girtîgehê bimire dê bibeb qehreman'. Niha bi sedan girtiyên rewşa wan ji min xirabtir (qala nexweşiya xwe dike) e. Bi ya min tiştê guherî, ji korîdorên girtîgehê hatiye salonên dadgehê. Îro em bi komkujiyeke xirabtir re rû bi rû ne. Hê mirovên me dipirsin 'gelo wê kengê dor bê min'. Ev tirs di sala 2010'an de jî, 1980'ê de jî hate jiyîn. Lê ferqek heye kurd êdî ne kurdên berê ne. Êdî kurd dibêjin 'Ez ne kurdê te me'. Ez li bendê me ku gelê tirk, pergala tirk lêborînê bixwaze. Ji bo aştiya civakî divê ez pergal rastiya xwe bibîne.
Doç.Dr. Murat Paker:
- Girtîgeha Amedê wekî Dibistana Antî-Kurd hatiye bakaranîn. Girtîgeh wekî cihê xwenîşandayîna dewletê hatiye bikaranîn.
Digel ku bi ser Girtîgeha Amedê re 30 sal derbas bûye hê jî mirov dikare şopên wê demê bibîne.
Pêdiviya me pê heye ku bi awayekî fermî li ser heqîqetan lêkolîn bê kirin. Lêkolîna meclisê çê bibe. Pêdivî bi darizandina faîlan heye. Pêdivî bi alîkariya ji bo mexdûran heye. Û pêdivî pê heye ku meseleya kurd-tirkan bi awayekî adil û wekhev li ser rêya demokrasiyê çareser bibeh eye.
Psikolog Dr. Erdogan Çalak:
- Ew qas şîdet di kampên naziyan de jî nûn bû. Di kampên naziyan de derûniya rihî ya girtiyan çêbû, lê li Girtîgeha Amedê digel ew qas wehşetê jî ew qas hindik zirara rihî çêbû, pêdivî bi fêmkirina vê yekê heye. Tiştê bandora wehşetê şikandiye hesta piştgiriya hev û bi serketin e. Digel ew qas zilmê me bi girtiyan re ev bersiv dît. Ji ber ku nekarîn tevgera siyasî ya kurd têk bibin bandora travmayê hate şikênandin.
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci:
- Ez li ser navê xwe dixwazim bersiv derkevin û hesabê bidin. Di dema tiştên li Girtîgeha Amedê hatin jiyîn de mixabin dixtor jî hebûn. Rûberî hev bûn divê ji vê derê dest pê bike. Divê wan hemû îşkence belge bikira, lê nekirin. Îro jî nakin. Ne tenê divê memûrên înfazê yên wê demê bêne darizandin. Divê dixtor û dozgerên wê demê jî bêne darizandin.
Doç. Dr. Nazan Üstündag:
- Di navbera salên 1976-81’ê de li girtîgeha ÎrlandaYê 300 kes hebûn, di navbera salên 1980-84’an de li Girtîgeha Amedê 5 hezar kes hebûn. Li Îrlandayê li ser vê 4 fîlm hatin kişandin, bi dehan abîde hatin çêkirin, nav li kolanan kirin lê li ser Girtîgeha Amedê tu tiştek nehat kirin.
Her wiha Emine Turgut, İzzet Binici ku ew jî di girtîgehê de bi îşkenceyê re rû bi rû mane jî di sempozyûmê de axivîn. Wan got ku ji bo fêmkirina Girtîgeha Amedê divê mirov wê derê bibîne û bijî. Her du bi mînakan qala wê demê kir.