Bîlal Guldem / MA / AMED
Li Amedê bihar xwe bi rengên pir xweşik xemilandiye. Li nav zeviyên dexlê nîsk û geniman bûkaniyên sor û xerdela zer li nava rengê kesk qelibîne û her dever veguheriye flamayek kesk, sor û zer.
Li ser rêya bejahiyê ya Amed û Farqînê ango rêya Bedlîs û Amedê zeviyên nîsk û geniman bi rengê kesk, sor û zer xemiliye û rengên xwezaya biharê radixe ber çavan. Di van rojên gulanê yên ber bi dawiya demsala biharê bûkaniyên sor (bûk-zava, xaşxaş, bûkik jî tê gotin) ku bi taybetî li nava zeviyên nîskan şîn bûne, ser rûyê erdê veguherandine rengê sor. Ev cihên ku bi kulîlkên sor xemilîne adeta coşiya biharê nîşanî me dide.
Li gel rengê sor ê bûkaniyan kulîlkên xerdelê jî xemla xwe ya zer nîşan dane û ev reng li nav hev ketine û çolê ango zeviyan veguharandine xemlek wekî bihuştê.
BÛKANÎ
Temenê bûkaniyan pir kurt e. Çend rojan xwe nîşanî mirovan didin, xwezayê dixemilînin û pişt re pelê wan reş dibin û ji şaxên xwe diweşin. Bûkanî bi tayberî di serê meha gulanê de xemla xwe ya sor nîşan didin û heta derdora 20’ê gulanê dixeritin. Her wiha şîrê bûkaniyan jî dema însan li destê xwe dixin wezîfeya hinê dibîne û destê mirov ji şîrê xwe sor dikin.
XERDEL
Xerdel jî giyayek kulîlkzer e ku li nêzî avan şîn dibe û tê qelandin û xwarin yan jî biharateke tûj jê tê çêkirin. Her wiha xerdel beriya nêrek ango kulîlkên xwe zer bike pencara wê jî tê çinîn û xwarin.
Ji bo fotoyan binêrin:
- Bihar hatiye welatê me