Diyarname
Nûçeyen ji ber çi tê pêşkêş kirin? Girîngî, balkêşî, dîrokî? Çi? Helbet dîroka çapemeniyê bersiva van pirsan daye, lê em dizanin ku vê nûçeyê em ji bo du tiştan didin we: Li Fransayê "Le", "La"ya ji bo vîrûsa koronayê tê nîqaşkirin.
Di zimanê fransî de nêr û mê gelek diyarker in. Peyvên têne bikaranîn wekî nêr, an mê têne bikaranîn. Di vê serdema ku vîrusa koronayê li dinyayê serdest e de li Fransayê jî serdest e û ew her nûçeyan li ser vê çêdikin. Ji ber ku hinek vê peyvê wekî "le" (nêr), hinek wekî "la" (mê) bikar tînin Akademiya Fransayê (Academie Française) dest danî ser meseleyê û biryar da ku divê wekî "La" (mê) bê bikaranîn. Aliyê yekemîn ê vê nûçeyê ku em vê pêşkêşî we dikin ev bû, ji ber ku di kurdî de jî nêr û mê her hene û peyvên biyaniyên ku bên nav ziman li gor wê divê bêne tercih kirin. Aliyê duyemîn ê meseleyê jî Fransa ku dewletek e, zimanê wan ku talûkeya têkçûnê nîn e, berevajî li dinyayê di astek bilind de ye her dike ku xwe biparêze, kurd jî divê vê yekê ji xwe re wekî mînak bigirin...
Ma ev her du ling ne bes e?
Belê Fransizan biryara xwe da peyva "Covid-19" peyvek mê ye. Ê me? Ê me em jî wetî "Vîrusa Koronayê", em wekî mê bikar tînin. Yên berevajî tiştek bêjin hebe em dikarin nîqaş bikin.