Diyarname
Yek ji welatên Ewropayê ku gelek di bin bandora vîrusa koronayê (Covir-19) de maye jî Fransayê. Li Fransayê heta niha 14 hezar û 393 kes mirine. Serokomarê Fransanyê Emmmanuel Macron îro axivî û biryarên nû ragihandin. 11'ê gulanê Fransa hinek vediguhere rewşa normal.
Ji dema Covid-19 derketiye ve Macron çaremîn car ji Qesra Elysee bangî gel kir. Macron bi hestiyarî axivî, ji ber kêmasiyan lêborîn xwest û paşê agahiyên li ser pêşerojê anîn ziman.
Vaye ji axaftina Macron hin not:
- 11'ê gulanê dê dibistan, bexçeyên zarokan bêne vekirin.
- Restorant, kafe, salonên sînemayê, cihên wisa zêde qelebalix piştî vê dîrokê hinek din jî dê girtî bimînin.
- Di warê peydakirina maskeyan de kêmasiyên me hene, piştî 11'yê gulanê dewlet dê maskeyan bide her kesî.
- Malbat û xwendekarên ku rewşa wan a aborî ne baş e dewlet dê alîkariya wan bike.
- Piştgiriya aborî ya ji bo kargehan a dewletê dê bidome. Yên ku di vê demê de naxebitin, betal mane dewlet dê xebata xwe ya meaşdayîna wan bidomîne.
- Di vê dema zehmet de emê deynên welatên Afrîkayê yên ji bo me jê bibin. Banga me ji bo welatên Ewropayê ew e reynên cîranên me yên li Afrîkayê betal bikin.
Rewşa Fransayê
Li Fransayê roja 16'ê adara 2020'an biryara karantînayê hat dayîn. Ev biryar heta 15'ê avrêlê bû.
Ji bilî mecbûriyetê derketine derve hatiye qedexekirin. Yên ku diçin dermaxane, market an ji ber sedemên profesyonel derdikevin derve destûr heye, wekî din destûr nîn e. Ji bilî vê destûr didin însanan ku ji mala xwe heta kîlometreyek ji bo sporê derkevin, jê wêdetir destûr nîn e. Yên li gor biryaran tevnegerin ji 135 Euro heta cezayê hepsê dikarin bêne cezakirin. Yên ku di mehek de 3 caran biryaran binpê bikin ji 3 hezar Euro cezayê pere, heta 6 meh cezayê hepsê li wan tê birîn.
Li gor agahiyên îro heta niha li Fransayê 133 hezar û 685 kes bi nexweşiyê ketine û her wiha 14 hezar û 393 kes mirine.