Diyarname
Tîma fûtbolê Amed Spor ku di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de dilîst îro maça xwe ya dawî ya îsal lîst. Di maça dawî ya ku li Tokatê ligel tîma Tokatê hat lîstin de 0-0 bi dawî bû. Bi vê yek pûana ku Amedê girt re pûanên wê bûn 37. Amed Sporê Di rêza 15'an de lîg temam kir. Piştî wê bi rêzê Buca, Kocaelî Bîrlîk û Mêrsîn tên ku ev her sê tîm ji Lîga 2'yemîn ketin Lîga 3'yemîn.
Mayîna Amed Sporê di lîgê de dikare wekî serketin bê hesibandin ji ber ku ji reqabeta sportîf wédetir zordarî li ser tîmê hebû. Serê pêşî ev du sal in nahêlin temaşevanên wê li deplasmanan bên temaşe û piştgirî bikin, di her maça deplasmanê de lîstikvan rastî gotin û neheqiyên mezin tên û ya herî dawî kaptanê tîmê Deniz Naki rastî êrîş, doz û neheqiyan hat û mecbûr ma ji Tirkiyeyê here. Ligel her tiştî Amedê ber xwe da û di lîgé de ma. Wisa diyar e klûb sala bê dê xwe baştir amade bike.