Diyarname
Mebûsê BDP'ê Hasip Kaplan ku duh bi kurdî di meclisê de axivî bû îro di meclisê de helbesteke Cegerxwîn xwend.
Di Danişîna Giştî ya Meclisê ya Tirkiyeyê de îro mebûsê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan mafê axaftinê girt. Kaplan dest bi xwendina helbesta Cegerxwîn kir. Li ser vê yekê televîzyona meclisê dîmen pêşkêş kir lê deng birî. Li ser vê Kaplan nerazîbûn nîşan da, Wekîla Serokê Meclisê Meral Akşener navber da danişînê. Piştî danişîn dîsa dest pê kir, Kaplan careke din mafê axaftinê kir û cara diduyan helbesta Cegerxwîn "Heval Robson" xwend.
Kaplan duh jî di axaftina xwe de li ser doza KCK'ê sekinî bû û bi kurdî jî gotibû "Hûn derewkar ir, ew derewkar in" û dûre ev yek lê zêde kiribû: "Niha di notgirtina axaftinan de hûnê 'zimanê nayê zanîn' binivîsin. Serokê Dewleta Îsraîlê bi îbranî axivî. Serokdewletê Amerîka bi îngilîzî axivî we nivîsî lê dema yek bi kurdî biaxive çênabe."