Diyarname
Însiyatîfa Piştgiriya ji bo Îsmaîl Beşîkçiyê ku 15 meh cezaya hepsê lê hatibû birîn îmze berhev kiribû. Ev îmze îro ji Serokomar, Serokê Meclisê, Serokwezîrî û Wezareta Edaletê re hatin şandin.
Endamên însiyatîfê li ber PTT'ya Pasaportê hatin ba hev û gotin: "Em jî heman sûcî dikin."
Li ser navê însiyatîfê Mete Husunbeyi daxuyanî xwend û wisa got: "Em dixwazin li welatekî ku lê raman nehatibe qedexekirin bijîn. Em dixwazin feraseta ku ji dêvla mirov ve dewletê diparêze bê guhartin. Di şexsê Îsmaîl Beşîkçî de em cezadayîna mirovan ji ber fikrên wan em şermezar dikin."
Beşîkçî, di hejmara zivistanê ya sala 2010'an a Kovara Çagimizda Hukuk ve Toplum de bi sernavê Tayînkirina Mafê Qedera Xwe û Kurd nivîs nivîsandibû û bi 15 meh cezaya hepsê hatibû cezakirin.