ENQERE
KURD-DER'ê di 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî de bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û daxwaza "Xweseriya demokratîk". Di hilbijartinê de ji bo serokatiya komeleyê Ahmet Aday ji nû de hat hilbijartin. Aday, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd modela "Xweseriya demokratîk" û fermiyeta kurdî dixwazin
Komeleya Piştgiriya Çanda Demokrasiya Kurd (KURD-DER), 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya komeleyê li dar xist. Siyasetmedarê kurd Canîp Yildirim, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê Mehmet Hanîfî Şelem û rêveberiya bajar, endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û gelek kes beşdar bûn.
Kongreyê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê KURD-DER'ê Ahmet Aday, balkişand ser girîngiya parastin û peşvebirina zimanê kurdî. Aday, siyasedmedarên kurd ên di çarçoveya "Doza KCK'ê" de tên darizandin û parastinên xwe bi kurdî kirin silav kir û got: "Kurdistan bêyî kurdî nabe".
Aday, destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd modela "Xweseriya demokratîk" û fermiyeta kurdî dixwazin.
Sekretera Meclisa Aştiyê Dr. Selma Gungor jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê herî zêde kurd têkoşîna demokrasiyê didin û wiha got: "Dema îngîliz û alman diaxivin ez wan fam dikim. Lê dema kurd diaxivin ez wan fam nakim" û da zanîn ku ew ji kurdan lêborîna xwe diwaze.
Endamê Komîsyona Perwerdehiya KURD-DER'ê Sadik Varli jî gotina Musa Begê Xizanî ya "Eger ciwanên kurd ji bo zimanê kurdî tenûrê çêkin, ez amade me ku bibim êzîngê wê" bi bîr xist û nivîskarên kurd Torî (Mehmet Kemal Işik) û Îsmaîl Goldaş ku demek berê jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anî.
Piştî axaftinan, hilbijartin bi lîsteyeke pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo serokatiya komeleyê Ahmet Aday dîsa hat hilbijartin û ji bo lijneya rêveberiyê jî Ayşe Navruz, Feride Akturan, Sadik Varli, Mustafa Karaman, Mehmet Ozturk û Mustafa Şahîn hatin hilbijartin.


