Bîranînên xortaniya min in; behskirina çend kesayetên Giyadînê, yên balkêş û rengîn ku gişan bi hurmet bi bîr tînim…
Ji roja ku me ling avêtiye Giyadînê vir ve em nebûne bajarî. Çimkî bajariyan gundî wekî Kurmanc didîtin. Rehmetiyê bavê min, gayê cotê me serjê dikir, dikir qelî, bi giregirên bajêr dida xwarin! Wexta diya min digot, ev çi ye tu dikî, wî digot, bila bêjin, Miheme Emîn Osmanî ye! Pişt re diya min li gund hîşt, bi qîza "dewe wekîliyekî" re zewicî, kete peyî kêfa xwe...
Hesenê Sîmsar, bi gundiyan re li "Serê Kelê" gulaş digirt, dikete mercê. Ji bo dahatuya Neşetê kurê xwe, bilêtên pîyangoyê difirotin. Lê bi carekî be "amortî" jî lê nedixist…
Rehmetiyê Selamî û Nacîyên bira, rojname ji aboneyan re vediqetandin, nimare dikirin, li refan rêz dikirin. Bi wê dikana xwe a piçûk dibûn alikarê ronakbûna me...
Sînemaya apê Evdillah Taşdemir bibû qada me ya fêrbûna "karete" û "kûng-fû"yê. Wexta ceyran diçû, me bi dûrişmên " yan deng yan qet" sînema dihejand.
Apanên me yên Kurtika cil û bergên xweş li xwe dikirin. Wexta ji gund dihatin li hinda merzelan lastîkên xwe derdixistin, îskarpînên xwe pê dikirin. Krevatên wan yên rengîn û şewqeyên fotêr nîşana mîrzebûna wan bûn...
Rehmetiyê apê Zorbay gundekî bi navê Zorava li qûntara çiyayê Tendûrekê ava kiribû. Ne ji dewletê re serî datanî ne jî ji eşîrên din re…
Têkiliyên bi dewletê re bi xêra "arzûhalciyan"(daxwaznamenivîs) rê ve diçû. Daxwaznameyën Nûroyê Koy Katibî bi gotina " ji meqamê berze yê qaymeqamiyê re" dest pê dikirin. Karê xwe de jîr bû! Heta, bêyî haya jinikê jê hebe, çûbû ew di fermîyetê de li xwe mehr kiribû! Salihê dewa wekilî, miqabilê du teneke penêr û tenekeyek rûn rapora hemû zozanan dinivîsî. Bi têgehên wekî "Şerqen, Şemal, Garben û Cenûben" tixûbê erd û zozanan kifş dikir. Ecêb bû, her kesî jî ji wan raporên sexte bawer dikir.
Ebedîn Çavûş, bi daktîloya xwe ye narîn ewil gundî ditirsandin, paşê jî bi pereyekî giran şixula wan hal dikir! Bi wan pereyan ji xwe re motoreke Argemot kirîbû. Li aliyekê wê "Alî", aliyekî "Muhammed" nivisîbû. Dengê eksoza mîrata Argemotê mîna dengê balafirên F16 bû...Gundiyën me yanî Koçoyan, saet pêncê sibê de dihatin, heta êvarê li ser darê Mihê Lelê rûdiniştin û tî û birçî benda encama doza zozana xwe diman. Êvarê jî bêyî tu encam girtin tî û birçî vedigeriyan gund. Piştî van rojan li gelekan nexweşî rabûn...
Yekane gardiyanê me Silhoyê gardiyan bû. Di wê girtigeha piçûk de bûbû hevkarê xwarinê yê girtiyan. Bi wan re radibû bi wan re rûdinişt.. Peywirdarên adliyê bi bertîlên piçûk mizginiya encama mehkemeyan didan xwediyê doz û dewan...Gelek esnafên me yên balkêş û cuda hebûn. Apê Fettahê pirtîfiroş jî serê salê heta binê salê bi heman krevat û fotêrî dikkan vedikir. Hecî Elî yê Tehlo bi rûyê xwe yê wekî "Karagoz'ê Tirkan bala muşteriyan dikişande ser xwe. Adoyê çerçî çiqas sêv û tiriyên xirabe hebûn, dikir barê çend keran, li rêzegundan belav dikir. Dogan beqqal solên gîzlavêt yên marqeya "Boga" difirotin. Êdî ji şansê kê re boxeyekî çend nimare biketa... Kizoyê Çomoyî bi henekên xwe û zarê şêrîn çaya xwe ber çavên merivan şirîn dikir...
Di dikkana apê El-mecît de çi bêjî hebû. Karbox, îspîrto hetta şima jî hebû. Ûsiv Ziyayê Tewlê xoya reş him difirote merivan him jî heywanan. Pê re jî dizîka ve xebatên partiya komunîst dikir. Apê Zubêyd bi gopalê xwe yê hesinî dişibiya mîllîtanên partiya TÎP'ê. Û eşqa wî ji bo Behîce Boran eşkere bû..
Meleyên me yên ecêb hebûn. Mele Ezeddîn û mele Zekî di qulçikên nepenî yên qehweya Mihikê de rojiya xwe dişikênandin. Mele Turan heta êvarê şerab vedixwar, nimêja eşayê jî bi niftî re dikir...
Ticarên me jî balkêş bûn. Rehmetiyê Sebrî Axa hezar pez difirot, pere dida qasa Remzî Selîmoglu (çimkî banqe nedizanibû), şeva xwe jî di Otel Dogana siksar ya bi navê " Sanci Palas" dihate naskirin de derbas dikir. Cambazên me ji ber ku fayîz nizanibûn têgeha "deynê dokuzê" li lîteratura aboriya dinyayê zêde dikirin.
Çend heb dengbêjên me ye naskirî jî hebûn. Li qehwexaneyan bi kilaman dilê me û xwe tev xweş dikirin. Dengbêj Mele Tûran her tim li dora Kalko bû. Te digot qey yek Evdal e tek jî Surmelî Memed paşa ye. Vê eleqeya mele Tûran dilê Kalko xweş dikir, ev jî dibû sebebê çay îkramkirina Kalko ya ji bo her kesî... Hesoyê Bûro di dewatan bi Pala re kilam diavêtin ber hev. Rû û qalpaxê serê wî dişibiya Koprulu Memed Paşayê Osmanî...
Gelek navên bi heybet hebûn. Ezraîl, Zulmat, Tofan, Atêş û Qehar. Nav bi heybet bûn lê xwediyê navan kesên henûn bûn...
Ji gelên din jî bajariyên me hebûn. Îsmaîlê Ecem yê hostayê derî û pencereyan, Sulhoyê Xezo ango hespê pîrê yê erebeyên ga çêdikirin yek jî wan bûn
Tenê yek berberê me hebû. Berber Çelebî serê me wekî bizinan kirkirî dikir, berê me dida lîseya Giyadînê. Sadiqê boyaxçî jî li gel gotina stranan solên hemû lîsê direngand.
Ahmedê Ereb( Ozdemir) bi restaûranta xwe hîtabê karmendan dikir, rehmetiyê Memet Bîrgul jî hîtabê gundiyan...
Îsayê qesab bi Mecît û Mihemed re çiqas pezên nexweş hebûn serjê dikirin û li gel belav dikirin. Ecêb bû tu kesî zirarek ji van goştan nedidît..
Yekane dixtorê me Baqiyê Sixiya bû. Rehmetî bi şiringa xwe ye mezin tenduristî belavî hemû bajêr dikir... Kemalê dirankêş, wekî dirankêşên Nazîyên Almanî diranên me ser piya dikişand...
Bekçiyên(notirvan) me jî ecêb bûn. Şilikê bekçî, yê dişibiya meraşalê Ûris, ji tirsa heta serê sibê fîqê dixist.
Baxçeyê Nenê hebû. Tije pîvaz û gizêr bûn. Hemû ciwanên bajêr cara ewil di wî baxçeyî de xwe li diziyë diceribandin..
Alkol Îbo, îspîrto vedixwar û xwe li ser cemedê dirêj dikir. Dengê kuxika Kemal Işık û Adin Moro, du kîlomêtrê dûr ve dihate guhê merivan. Aûstina kamyona Keko û BMC ya Tahoyê Beko her tim ji bo temîrê li ber derê temîrxaneya apê Kazim bûn. Kamyona li ber derî nobet digirt, wan jî li ber kamyonan.
Cejnên fermî pir ecêb derbas dibûn. Alî Çakan bi liv û tevgera xwe fetîhkirina Stenbolê ya Fatîh Sultan dianî bîra merivan. Te digot ji nû ve Giyadînê fetih dike. Ozanê Pîlekî di helbest xwendinê ewqas dicoşiya lê dixist peykera Atatirk ya li ser kursiyê axaftinê dişikênand. Şêx Elî deh bendê "Îstiklal Marşi " ya Tirkan jibere dixwend û nîzama fermî dimeşiya...
Rovî Nizo salewextekî amadekariya pêşbirka hespan dikir. Lê roja pêşbirkê ji hespê dikete xwarê û hestiyên wî tev hûrhûrî dibûn.
Delal hosta, hostayê tirpan, tevir û bêran bû. Yanî hostayê hesin bû. Wekî Kawayê Hesinkar yê welêt bû...
Wexta dibû êvar hemû esnaf li erebeya Xalo Şewket siwar dibûn, berê xwe didan germevê. Li gel henekên Îsmetê Reş him qirêja rojê him jî westa rojê ser xwe diavêtin. Û piştre berê xwe didane malê, li benda roja din diman...
Nîşe: Hîn nav ji bo reseniya wan xirab nebe, di nava gel de çawa tên zanîn bi wî awayî hatine nivîsandin.
Wergera ji tirkî: Îhsan Bîrgul