Diyarname
Hejmara nû ya kovara Nûbiharê ya biharê derket. Di kovarêv de gelek nivis û helbest hatine weşandin.
Kovara Nûbiharê ev 16 sal in wekî kovareke sêmehane weşana xwe didomîne. Kovarê niha hejmara xwe ya biharê pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Di kovarê de Zilkîf Xweşhêvî li ser "Kurdîzade Ehmed Ramizê Liceyî"nivîsandiye. Di gotarê de digel jiyan û serhemên Ramiz, hinek qala aliyên wî yên rewşenbîrî û fikrî jî hatiye kirin.
Ebdulhadî Botî meseleya "Di şiîra kurdî de Mulemma'/Pir-zimanî: Mînaka Ehmedê Xanî" nivîsandiye. Edîb Tewerzî jî li ser "Seydayê Mele Xalidê Zengokî û berhema wî ya Murşîdu't-Talibîn" nivîsandiye.
Di kovarê de bi Dr. Efrasyab Hewramî re hevpeyvîneke hatiye kirin. Ew dibêje ku Sovyetê kurd li ser axa xwe nehiştin.
Niviskar Xweşmêr jî li ser romana Jan Dost "3 gav û 3darek" nivîseke nirxandinî nivîsiye. Xweşmêr wiha dibêje: "Romana ku li ser Şêx Seîd hatiye nivîsîn, bi şiklekî hunerî û edebî hatiye ristin. Bi nêrimeke balkêş bûyerên jiyana Şêx hatine pêşkêşkirin. Umrê heftê salî bi qasî dirêjiya sê gavên di nav helqa werîsê sêdarê de hatiye derbaskirin."
Û wekî noteke dawî: Ji ber hejmara wan a zivistanê bi derengî ketiye, wan gelek rûpelên din li vê hejmarê zêde kirine û wekî her du demsal bi hev re pêşkêş bikin, kovar pêşkêş kirine. Hejmara Nûbiharê ya vê hejmarê ji 128 rûpelan pêk tê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.