Diyarname
Nivîskarê me Çiya Mazî emeliyeteke giran derbas kir û niha li mala xwe bêhna xwe vedide.
Nivîskar Çiya Mazî çendek berê li Amedê bi êşeke giran radikirin nexweşxaneyê. Gelek nexweşxaneyên li Amedê jêre çare nedîtin û dûre nexweşxaneyeke taybet teşhîsek danî û berê wî da Stenbolê. Mazî li Stenbolê li nexşweşxaneyeke taybet ji roviyên xwe emeliyet bû. Ji ber ku rovî xitimî bû 60 santîm jê kirin û ew emeliyet kirin.
Çiya Mazî piştî 5-6 rojên li nexweşxaneyê niha li mala xwe bêhna xwe vedide.
Ji bo kesên bixwazin bi Çiya Mazî re bikevin têkiliyê, fermo nimreya wî ya telefonê:
0090 533 513 98 98
Em li ser navê Diyarnameyê careke din ji Çiya Mazî re dibêjin derbasî be û hêvî dikin ku di kurtedemekê de careke din vegere nav cihana nivîsê.