Diyarname
Lîstikvana navdar a ji Taywanê Olivia Ku dema di bin avê de fotograf dikişand xeniqî.
Olivia Ku ku 25 salî bû, dema di bin avê de wêne dikişand bi qeyrana astimê ket û xeniqî.
Li gor nûçeya Mirrorê modela navdar di encama qeyranê de ji hiş çûye, rakirine nexweşxaneya li herêma Hengchun lê ligel hemû hewldanan jî nekarîne li jiyanê vegerînin.
Olivia Ku 3 sal in bi awayekî amator bi spora noqavî re eleqedar e dema ji bo fotokişandinê xwe bera nav avê daye tûpa oksîjenê bikar neaniye û qeyran derbas kiriye. Polîsên Tayvanê li ser mirina Olivia Ku lêpirsîn da dest pê kirin.