logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Di navbera devkî û nivîskî de mane û hostetî

Di îfadeyê de xurtî ne di pirrbûna gotinan de lûsiye. Bileks, hêlîna xurtiyê di resma wan de ye. Resma ku gotin di dil

  • Dîrok: 27/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê


Di îfadeyê de xurtî ne di pirbûna gotinan de lûsiye. Bileks, hêlîna xurtiyê di resma wan de ye. Resma ku gotin di dil û mejî de çêdikin. Jixwe, mane ne bi navê gotinê heye, yan jî em xwe nêzîktirî heqîqetê bikin û bibêjin, “mane” ne bi navê gotinê hene. Gotin, yek koma dengan a bi serê xwe ku bi awaira seresere “maneyeke” wê heye û gava ku mirov berê xwe didiyê gelek maneyên wê hene. Mane nayên jimarê, xwe bi benê ji bo ristina moriyan jî nagirin. Mane rewan in, mane zindî ne, mane çêdibin û dimirin. Lê tiştek heye naguhere, gotin yek be jî, mane her gelek in.


Yanî ker (wekî heywana barhilgir) gotineke, wekî cure ji navdêran e. Gava ez peyvê bi serê xwe û tenê bi lêv bikim jî, muhtemel e ku ji heywana barhilgir pê ve maneyek neyê bîra kesê bihîstî. Lê di pêwendên cihê de, maneyên cihê yên ku di nava civakekê de û carinan di nava axêverên yek zimanî de tên muzakerekirin û her diberidin, dikarin her kêlî xwe bidin der.


Mesela, ez tenê lêkera bûnê (wekî kopul) lê peyvê zêde bikim, mane zêde dibin:


Ker e! Yanî “ew heywana barhilgir e”. Ma tenê ev e? Belkî jî ji mirovekî re hatiye gotin! Ma hingê jî em behsa heywana barhilgir dikin? Helbet na, hingê em maneyeke din jî li kerê bar dikin û ew navdêr xisletekê îfade dike ku maneya wê civakî hatiye diyarkirin. Em dikarin peyva kerê, wekî sifet wekî henek wekî heqaret di gelek pêwendan de bi cih bikin û her carê wê mane yeke din be. Yanî tişt ne bi navê xwe, bi maneyên em wan muzakere dikin, manedar dibin û gotinên wan îfade jî dikin, bi van maneyan bi gewde dibin. Ha ji ber wê ye ku wêje bi ya min hunerê reşandina maneyan e li ser sifreya gotinan. Di kurmanciyê de hoste hîna jî li meydanekê ne ku ne ya nivîsê ye. Li wê meydanê, mane, hîs, çîrok, serpêhatî, kes, zeman di nava qaydeyên gerdûnîtir ên civakî de tên hûnandin, hîna ferd bi tena serê xwe û heta tecrîdkirî xwe nedaye der. Ev di wêjeya kurdî bi dirûvê pexşan û helbestê de hîna jî yek ji meseleyên herî cidî ye. Lê li cem hosteyên meydana gotinên xwerû, gotinên devkî ev ne mesele ye, li wir mesele hunerê wan û civaka wan a guhdêr û temaşevanan e. Ji ber wê Miradê Kinê gava qîr dike strana Îsraîla Mamedê Axê, xwe li sînorên maneyên bi qeydên nivîsê danî, naawiqîne. Ji hewa bayê çiya, heta bi nexweşê kansêrê, her tişt, ji bo terîfkirina bedewî û eşqê dibe halêtek:


Lêlê Îsraîlê, hewa bayê serê çiya li dêlegura û gura hayê,

Ax hey lêlê, ax heylê lêlê …, heylêlê

Hewa bayê serê çiyan û geliya vê êvarê li dêlegura û gura

Xizêm mi dî, di pozê Îsraîla Mamedê Axê de ya

Wekî çerx û felekê mala xwedê neşewitî li ser aniya hedidî, pozê çelengî çiqas bilez lûsî binê wan çadira

Heft xwezîka mi nedîba, yeke weka Îsraîla Mamedê Axa xwişka heft bira, dotmama 12 pismama ye, hûylê

Yê karibê vê zilmê, divê nexweşê 15 sala bê, divê sofî bê ewliya bê, û êşa kanserê û derdê kolera weriyê, lêlê

Dîsanê çeng, perr û baziyê wî çêbin, wekî teyrekî ji wa teyrê bazî li hêla ezmana

Ecêba mi nayê ji wê ecebê, ez aşiqa çav reşê, bi wê dem gulî, awir şewatê

Lêlî belê, çawa ew ê ji eşqa bi ezman ve nafira weylê, heylêlê


Bila wekî gotineke dawiyê be; maneyên wêjeyî heger bi qasî yên hosteyên gotina kurmanciyê yên ji meydana gotina devkî hevgirtî û bi civaka xwe re kelijî bin, dikarin li ser kaxezê jî hostetiyê bi ser bixin.    

26.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

‘Tuyê bibî çend salî?’

ad

Hejmara mebûsên hin bajaran guherîn

ad

Şevbuhêrkek folklorîk li dar ket

ad

Du serî di qûşxaneyekê de nabin

ad

Gola Ûrmiye sedî 90 ziwa bûye

ad

Bernameya Festîvala Çanda Kurdî hat eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname