Berlin
9'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê êvara pêncşemê bi nîşandana filmê “Girls of the Sun (Keçîn Rojê)” dest pê kir. Filmê destpêtidira festîvalê li hola sînemayê ya Babylon a li Berlîn Mitte hat nîşandan. Ji ber eleqeya zêde gelek kes neçar man ku li ser piyan li fîlm temaşe bikin. Piştî destpêkirinê duh jî fîlm hatine nîşandayîn, îro jî didome û heta 7'ê mehê dî bidome.
Komeleya dê û bavên kurd a li Berlînê Yekmal û Zarok TV jî îsal piştgirî didin festîvalê ku wan bi tecrubeyên xwe yên di mijara perwerdeya zarokan de bernameya îsal dewlemend kirine.
Ji bo agahiyên zedetir:
www.kurdisches-filmfestival.de
**
Nûçeya Eleqedar: