Diyarname
Di meha pûşperê de gelek hunermendên kurd li gelek bajaran konseran li dar dixin. Me ew dan hev. Li ser vê her ku agahî bên emê lê zêde bikin û parve bikin. Vane konserên vê mehê:
- Bajar
Koma Bajar 12'yê mehê li Kadikoy Sahneyê ya li Kadikoya Stenbolê saet 22'yan de bi stranên xwe derdikeve pêşberî temaşevanên xwe.
- Konsera Şa Performans
Şa Performans ku zêdetir li ser şanoyê karê xwe dike di warê aborî de di nav hin zehmetiyan de ye. Ji bo piştgiriya Şa Performansê konserek li dar dikeve. Konser 17'ê mehê dê li The Mekan a li Taksîma Stenbolê saet 20'an de li dar bikeve. Hunermend Dodan, Sîmir Rûdan û Koma Bajar dê konserê bidin.
- Lawje
Koma Lewje bi stranên aliyê Culemêrgê navdar bû û komek taybet a ji heskiriyên wan çêbû. Ew niha dîsa li Stenbolê konserek pêşkêş dikin. Konsera wan 19'ê mehê saet 21'ê de li Moda Sahnesî ya li Kadikoyê ye.
- Siya Şevê û Harûn
Hunermend Siya Şevê û Harûn roja 19'ê mehê li Stenbolê bi hev re derdikevin ser dikê. Her du hunermendê ku bi şêweya Rocka Kurdî muzîka xwe didomîne saet 21.30 de dê li Mask Live Pera konsera xwe pêşkêş bikin.
- Mem Ararat
Hunermend Mem Ararat roja 21'ê mehê li Batmanê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn dê konserê bide.
Konsera li Amedê jî roja 22'yê mehê li Modem Sanat a li Dîclekentê ye.
Têbinî: Rêzkirin li gor dîroka konseran hatiye kirin...
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
info@davetiyeonline.net