logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Wêjeya tunebûnê

Ezê jî li ser "wêjeya tunebûnê" rawestim. Ev wêje di nav me kurdan de gelek pêşketiye. Zanîna ez dizanim, di vê wêjeyê d

  • Dîrok: 23/06/2010
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

Wêje mijareyeke berfireh e. Piraniya xwendevanên kurdî wateya wê dizanin. Zanîna ez dizanim bê min û çend kesên din her kes di vî warî de pispor e. Dibe ku ev jî tenê dirûveke me kurdan be. Hûn dikanin jê re “wêjeya zanînê” jî bibêjin. Min got ya; wateya wêjeyê berfireh e, hima kîjan peyv hat bîra we, peyva “wêjeyê” li pêşiya wê peyvê bi cih bikin, aha ji we re cureyeke wêjeyê. Ezê jî li ser “wêjeya tunebûnê” rawestim. Ev wêje di nav me kurdan de gelek pêşketiye. Zanîna ez dizanim, di vê wêjeyê de li cihanê em yekemîn in. Ev jî hunerekî û serkeftinekî ye. Bijî wêjeya tunebûnê!

Vê wêjeyê li gundan û bajaran dest pê kir

Ji ber egerên tên zanînê, ango ji sedemên polîtîka perwerda dagirkeran, bi hêla wan ve çewisandin, tunekirin, talankirina welêt, cih û warê me, biçûkxistin û pelçiqandina mêjiyê me, di her warî de em ji me dizînê, di nava gelê me de wêjeyeke wiha rûniştiye.  Ev wêje li bajar û gundan di mala bavan de dest pê dike. Ango berê ku zarokên gelên din hînê axaftinê bibin, em hînê vê wêjeya tunebûnê dibin.
Mirov çi ji gundiyan bixwaze, gava nekeve serê wan, hebe jî, wek pepûkan stûyê xwe xwar dikin, bi awayê belengazên bêhêvî dibêjin; “Bi gora şêx X.. Bi gora bavê min… tune.
Carê em du zarok di ber bostanê camêrekî(!) re derbaz dibûn, me lê nêrî ku mêwên xiyaran bi xiyaran xemilîne. Me ji wî re got: “Apo çi dibe? Ji xêra dê û bavê xwe, me her yekî xiyarekî bide me!” Wî li navenda çavên me mêze kir, stûyê xwe xwar kir, bi wî rûyê spî derew kir û got: “Bi gorna bavê min çêjikekê xiyar jî tê de tune!” Ango em di dema zaroktiyê de hînê peyva.. Bibexşînin, hînê wêjeya tunebûnê dibin.
Dema ev kesên di zarokatiya xwe de hînê wêjeya tunebûnê dibin, hinek hibrê dalêsin, di ber zeviya rewşenbîrî re derbaz bin, ji gundiyan çêtir bi awayekî zanistî wêjeya tunebûnê bikar tînin.
Lema camêran geh gotin; “Alfabeya kurdî tune!..”
Geh gotin; “Muzîka kurdî tune!...”
Geh gotin; “Dîroka kurdî tune!...”
Geh gotin; “Zimanê kurdî tune!...”
Niha jî dibêjin; “Romana kurdî tune!..”
Dibe ku hûnê bêjin; “Kê gotiye û dibêje?”  Tirkan got?  Faris û ereban got? Kurdan got?
Ji ber ku bi salan e, ez serê xwe bi rêzimana kurdî re diêşînim. Min di dehan qursan de dersa rêzimana kurdî daye berendamên mamosteyan, bi camêrên têkildar re bi nîqaşan kerikên guhan peqandiye. Ez li ku rûnim, civata li dor min li ser mijarên ziman tiştan ji min dipirsin. Çend caran hin kesên akademîker (!) ji min re gotin:
“Mamoste hûn çima alfabeyeke kurdî çê nakin, alfabeya her zimanî heye, lê alfabeya zimanê me tune!”
Min ji wan re got: Be camêrino, gorbihuşt M. Celadet Bedirxan ev mijar çareser kiriye. Bi wê alfabeyê, bi hezaran pexşan, helbest, bi sedan çîrok û roman hatine nivisandin, bi salan e bi wê alfabeyê ders tê dayîn, ma te nebihîstiye û nediye? Bes e, va bû çend car hûn vê wêjeya tunebûnê di nava çavên min de lêdixin.
Bi dehan romanên kurmancî derketine.

Ma çikê pirtûkên H. Yusiv ji yên O. Pamuk kêmtir e? 

Bi aliyê tevna xwe, û ziman ve ji romanên cihanê ne kêmtir in.
Wekî mînak:
Çikê romana Helîm Yusiv “Gava ku masî tî dibin” ji romanên Orhan Pamûk kêmtir e?
Ma venivisandinên di nava romana Mîr Qasimlo ya bi navê “Giyanên bahozî“ de  ji romanên tirkan kêmtir e?
Kîjan nivisakrên cihanê mijareyeke wekî mijareya romana min ya bi navê “Siya dema borî” bikaraniye? (bibexşînin, min behsa romana xwe kiriye. Lê divêtiyekê bû.)
Bêguman, bi aliyê hin kesan ve were ecibandin û neyê ecibandin jî, romanên hemû nivîskarên kurd, romanê birêz Bavê Nazê jî di nav de, li gor xwe, bi kêmasiyên xwe ve xwediyê nirxên giranbiha ne. Ez bawer dikim, tenê tiştekî me kêm e; ew jî; em ne tirk, ereb û faris in, me bi zimanê wan nenivisiye, me bi zarava soranî jî nenivisiye. Lema em li ber pêla wêjeya tunebûnê ketine.
Sedemên bikaranîna “wêjeya tunebûnê” bêguman ne tenê ew egerên min li jor destnîşankirine  ne. Rêzdar Ehmedê Huseynî û Perwîz Cihanî ev mijar bi berfirehî zelalkirine. Lema ez zêde neketim nav. Lê hin sedemên din jî hene, mirov dikane wiha rêz bike:
2 – Gelek camêr hin tiştan di xwe de didin dest pê kirin. Ji bo ku bikanin vê nêrîna xwe bidin pejirandin, berê bi “wêjeya tûnebûnê” wê valahiyê destnîşan dikin, dixwazin bidin zanîn ku ew çi mezinahiyê dikin. Li pey wê jî dibêjin; “belê tune, lê ez heme, ha! Tenê min bibînin!” Gelek caran jî bi giyaneke tehdîtî û berketinê wêjeya tunebûnê derdixin pêş. Wek mînak, Bavê Nazê wiha dibêje: “Nêrîna min a ji bo romana kurdî pir hişk e. Romana kurdî wekî têgehek, wekî berhemeke edebî mixabin tune ye.”
“De gulê were tûyan!“
3 – Dema hin kesayetî derdikevin hember kamera, teyb û mîkrofonan dest û lingên wan li hev digerin. Gumanên wan ên, wê dagirker, yan jî nandêrên min çi bibêjin, wan dixe nava wêjeya tunebûn û înkarê. Em der û doran, yan jî beşekî kurdan (bi taybetî kurmancîaxêvan) diêşînin. Dilê nandêr û dagirkeran jî şa dikin.
4 – Bêguman sedemekê jî êrîşên li ser kurmancî ne. Tê zanîn ku dema li başûrê Kurdistanê destûra perwerda bi kurdî hat dayîn, dagirkerên tirk nehîştin ku kurmancî bibe zimanê serdest. Lema ez vê nirxîna rêzdar Perwîz Cihanî rast dibînim:
“…Li başûr hind li ber te xwendine ku kurmancî tune ye, tu ji xwe û hebûna xwe jî ketiyî gumanan. Ev nexoşiya xwebiçûkbîniyê, îro berestûya gelek ji berpirs û payedarên başûrê girtiye û ew ji bo berjewendîyên xwe yên malî, amadene ji hemû îmkanên kurdî û kurdewariyê dest bikişînin. Gelo Bavê Nazê û berpirsên me yên başûr çima wisa li ser dilê dijminan diaxivin…”
Divê em kurd êdî dest ji vê wêjeya tunebûnê xwe û wêjeya xwe biçûkxistinê  berdin, hinek jî li heyî û hebunên xwe binêrin. Em wan berz bikin, bi cîhanê bidin pejirandin ku cihan jî li ser me wêjeya tunebûnê bikar neyne. Wekî mînak: Melayê Cizîrî deh hebên wekî Dante ji bêrîka xwe derdixe, lê li cihanê tu kes wî nas nake. Ew di nava wêjeya me ya tûnebûnê de winda ye. Yanê gava tu xwe tune bihesibînî, ne dost, ne jî dijminê te hebûna te dipejirîne. Ev wêjeya tunebûn, yan jî pepûkbûnê mala me xira kiriye.

Rexnegirî

Rexnegirî, bi kurtî hunera nirxandin, ji hev cudakirina fakt û hemanan e. Kesan yan jî mijare û diyardeyan di serada pirs û bersivên erênî û nerênî re derbazkirine. Di felsefeyê de rexnegirî; alava rastiya hêmanên zanyariyê pirsîn, hûrkolîn û darezandine.
 Gelek cureyên rexnekirinê hene.
1) Abolitionistive kritik: Li gor ferhengan “abolition” tê wateya ji holê rakirin, bêlayan kirin, çewsandinê. Ev awa rexnegirî ji bo têkbirin, kuştinê tê bikaranîn. Helwesteke dijminî ye.
2) Positive kritik: Ev rexnegiriyeke erênî ye. Tê de pesindayîn, danasîn û pejirandin heye.
3) Negatîve kritik: Nav li ser e. rexnekirineke nerênî ye.
4) Konstruktive kritik:  Rexnegiriyeke çêkirinê, xurtkirin û başkirina mijare û kesan e.
5) Destruktive kritik: Ev jî çamûr avêtin, reşkirin û biçûkxistin e.
Rexnegir berhemê biecibîne, neecibîne, divê objektîv be, li cihên hestên xwe li gor zanyarî û pêdiviyên rexnegiriyê nêzîkê mijarê bibe. Divê aliyên erênî û nerênî li gor prensîbên estetîkî wisa were zelalkirin ku mirov bikane di şehîn û pîvanê de birûberîne û wêneyê rastiya wê berhemê bibîne.
Li ba me em rewş gelek cuda ye. Rexneyên me yên li ser berhemên dost nas û hevalan, yan jî koma hawirdor / îdeolojîk tenê positiv krîtîk e, yanê rexnegiriyeke erênî ye. Lê li hemberê yê din jî destruktiv, abolitionistive krîtîk e, yanê rexnekirina tunekirinê ye.
Divê zimanê rexnekirinê konstruktiv, yan çêker be, ne ruxandêr be. Lê mixabin ku em ji vê rastiyê dûr in. Lema em hev diêşînin.
Di gundê me de kalekî hebû, tim ji me ciwanan re digot: “Kurê birê kerê”.
Min rojekê ji wî pirsî û got: “Xalo tu çima ji me re rasterast kurê kerê nabêjî, kurê birê kerê dibêjî?”
Wî jî wiha bersiv da, got: “Kuro hûn ciwan in, xeşîm in, gava ez rasterast bavê we têkim, ker, dibe ku dilê we biêşe û hûn ji min re gotinên tehl bibêjin. Bi vî awayî hem dilê we naêşînim hem jî sûlala we bi tevahî dikim ker!”

Meseleya biçûkdîtinê

Ango di rexnegiriyê de ziman û lêbangî (hîtap) hemana herî bingehîn e. Peyvên wekî “beredayî, xayîn, ne tişt û hwd.” Tenê mirovan piçûk dixe, dil diêşîne, reşkirin e. Wekî mînak ev hevoka birêz Î. Seydo Aydogan ya li ser Mîr Qasimlo ne xweş e. “…hê kesek wî nas nake, lê diyar e ku cirra wî gelekî nexweş e. Wî jî digot ku Firat Cewerî tiştin ji wî dizîne.” Ango di vir de piçûk dîtin heye, hembajariyê xwe parastin heye. Wî dikanibû ev hevok bi awayekî nerm birista, dibe ezmûnê yekî zêde, yê yê din kêm be, lê kes ji kesî mezintir û baqiltir nîn e. Li aliyê din hevok jî şaş e. “wî digot” tê wê waneyê ku Mîr Qasimlo çûye cem Î. Seydo û ji wî re çend caran gotiye! Kanê kûrahiya “medyatîfa” te?
Divê rexnekirin ne li ser bingehê xwe mezinkirin, yê hember jî biçûkxistinê were avakirin. Rexnegiriyeke wisa pirr xirab e.
Dîsa di nava rexnekirin, yan jî şirova rexnekirinê, di hevpeyvînan de behsa xwe û mezinahiya xwe jî kirin ne baş e.  Birêz Î. Seydo wiha dinivîse: “… Weke ergatîf û medyatîfê. Li gora min, kesê ku li teza min nenêrîbe û gramerekê binivîsîne, gramera wî dê tije çewtî û kêmanî be….” Min di paragrafên pêşiyê de nivisiye ku ez jî ji rêzimana kurdî têdigihîjim û li ser wê gelek xebatên min jî hene. Bêguman hîn hemû pirsgirekên rêzimana kurdî çareser nebûne. Ne tenê birêz Î. Seydo gelek kesen din jî li ser mijara rêziman radiwestin. Min berhema birêz Î. Seydo nexwendiye, lema ez niha nikanim tiştek li ser wê bibêjim. Hêvî dikim ku çawa nivîsiye wisa be. Lê divê hevokê de ji agahiya li ser xebata wî zêdetir pesnaxwedayîn heye. Di wê hevpeyvînê de çêndî caran mijara zanîngeh û zanyariya wî derdikeve pêş, bêguman wî ev ji bo pejirandindayîna dîtinên xwe bikaraniye.
Divê mirov berê romanekê bixwîne, naveroka têbigihîje, dû re li ser wê bipeyive, yan jî di şibandin û rûberandinan de navê wê bikar bîne. Bêguman dîtinên xwe yên erênî û nerênî jî li ser bibêje. Birêz Î. Seydo wiha dinivîse: “Bi dû re, ev polemîk di romana Fêrgîn Melîk Aykoç ya bi navê ‘Siya Dema Borî’ de jî bû mijar. Yanî, wekî ku Helîm Yûsiv li ser nivîsandiye “romanek li ser rexnekirina romanê.” Ev tê wê wateyê ku wî ev roman nexwendiye. Tenê nirxandineke li ser wê xwendiye. Lê dîsa jî ji bo peyitandina dîtinên xwe bikaranîye. Ev awa ne rast e. Gelo ew ê ji wê romanê heman wateyê bixwîne?
Her çendî wî romana min a dawî nexwendibe jî, ew di wê hevpeyvînê de navê me çend nivîskaran bi kar tîne û li pey jî dinivîse/dibêje: “Lê belê, nivîskarên me ji çavekî xwe kor in û bi çavekî tenê li civatê dinerin.” Gotin digihîje kî û kê gelek zelal e. Ev ji rexneyê wêdatir, êşandin e. Gava ez jî zimanê wî bikar bînim, wê nebaş be, lewma ez ê tenê bêjim: “Tişt nabe, hê ciwan e, wê hînê etîka lêbangiyê bibe!”
Min hin rexneyên wî yên li ser romanan xwendine, lema ez di wê baweriyê de me ku birêz Î Seydo Aydogan ji rexnegiriyê têdigihîje. Lê lêbangî (hîtap) û zimanê wî hîn bi serhişkiya ciwaniyê ye, tenê mirovan diêşîne. Di rexneyên wî de piçek şanaziya xwe mezindîtinê jî heye. Dibe ku ez şaş bixwînim, hinek jî heremparêzî lê heye. Eger ev werin sererastkirin, wê rexneyên wî çêker be.

 

capanik51@hotmail.de

***

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Li hemberî êrîşan em mecbûrin hêviyê bilind bikin

ad

Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz be

ad

20 mirovên herî girîng ên dîrokî

ad

Ji Civîra Viyanayê encamek berbiçav derneket

ad

Putin: Ma sîlehê newey Sûriye de test kerdî

ad

Suphi Orak xwe kuşt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname