Di kongreya YNK'ê ku ev hefteyekê ye didome de Cemal Talabanî careke din ji bo Serokatiya YNK'ê hat hilbijartin.
Di kongreya ku Talabanî ji bo Serokatî hat hilbijartin de Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih ji bo Cîgriya Serokatiyê hatin hilbijanrtin.
Her wiha kongreyê ji bo têkoşîna wan a dûr û dirêj, xebata wan, spasiya têkoşer û endamên desteya damezrîner ên YNK’ê Dr. Kemal Fuad û Edil Mûrad kir.
Ji Pukmedia hatiye girtin


