10'emîn Kombûna Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ya ku di rojên 23-24'ê gulanê de li paytexta Belçika Brukselê pêkhat, bi dawî bû. Encama civatê bi daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku wê KNK konferansa yeketiya netewî bîne cem hev. Her wiha di der barê her çar parçeyên Kurdistanê de biryarên girîng hatin girtin.
Di derbarê xebat û rewşa kurwên her çar parçeyan û dîasporayê de nirxandin hatin kirin û hat ragihandin ku KNK wê konferansa yekîtiya neteweyî kom bike. Di daxuyaniyê de bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê û kurdên li wan dewletan hat kirin.
Her wiha cuda cuda di der barê her çar parçeyan de biryar hatin girtin.
Vane biryarên KNK'ê:
Bakur
KNK'ê ji bo bakur helwesta dewletê ya li hemberî kurdan şermezar kir, 'xwest rûyê xapînok ê AKP'ê bê dîtin', xwest ku hemû girtiyên polîtîk serbest bêne berdan û daxwazên demokratik yên gelê kurd bi cih bînin.
KNK'ê xwest dawî li şer bê û rêya diyalogê bê vekirin.
Rojhilat
KNK'ê rojhilata Kurdistanê jî wisa got: "Rejima Îslamî ya Îranê ev demekî dirêj e ku şiddet û êrîşkarîya xwe ya li ser xelkê kurd anîye dereceya herî bilind. Li milekê bombaran xwe ya ji erd û esmanî didomîne, li milê din jî da ku xebata sivîl û demokratîk bişkîne dest bi îdaman kirîye. Heta niha ji dehan zedetir têkoşerên azadiya Kurdistanê îdam kirine. Em vê polîtîka hovane ya rejima îslamî ya Îranê bi xurtî rûreş û şermizar dikin û bangî wan dikin ku rojek zûtir van îdaman rawestinîn."
KNK'ê xwest rejima Îranê li gel rêveberiya polîtîk a kurd li hev rûme û pirsa kurdan bi diyalogê çareser bike
Başûr
KNK'ê ji bo Başûr jî got ku divê destkeftinên Başûr bêne parastin, azadîya bîr û ramanê bê parastin û her wiha zulma li ser jinê bê bi dawî kirin û mafên kêmanîyên etnîkî û dînî bêne garantî kirin û parastin.
Di encamnameyê de li ser pirs Kerkûkê û xalên din ên Başûr de jî wisa hate gotin: "Pirsa Kerkûke û maddeyê 140 yê makqanûna Iraqa Federal nehêlin ku bê ji bîr kirin û ji bo bi cih înanê jî xebata xwe bidomînin. Di warê yêkitîya neteweyî da hewildanên ji bo komkirina 'Konferansa Yekîtiya Neteweyî' bêne xurt kirin û gav bêne avêtin. Hemû hêzên başûr li Bexdayê yekdeng bin û bi tifaqeke xurt ya navxweyî pozîsyona xwe ya neteweyî biparêzin ku bikarin hebûn û destkegtinên xwe garantî bikin."
Rojava
KNK'ê li ser Rojavayê jî diyar kir ku rejima Sûrîyeyê ev demekî dirêj e zext, şiddet, girtin û îşkenceyên xwe li ser gelê me yê rojavaya Kurdistanê zêde kirine. Polîtîka rejimê ya li ser kurdan, niha vegerîyaye polîtîka salên 1960’an. Kemera Erebî dîsa tê nûkirin û kurd ji cih û warên xwe têne derxistin, şûna wan ereb têne bicihkirin. Qanûnên nû derxistine ku kirîn û firotina mal û milkî li kurdan qedexe kirine. Sedhezaran kurd niha jî bê nasname ne. Sedan girtîyên polîtîk yên kurd di zindanên Sûrîyeyê da di bin îşkenceyê da ne.
KNK'ê êrîşên rejiam Suriyê şermezar kir bang li rejimê kir ku bi nûnerên kurdan re bikeve nav diyalogê, pirsgirêka kurd çareser bike.
Di encamnameya ku KNK'ê qala operasyonên dewleta Belçîkayê kir û xwest Belçîka ji kurdan lêborînê bixwaze.
Di dawiyê de ji bo kurdên dîasporayê KNK'ê ev got: "Kombûna Mezin Civata KNK’ê her wiha bangî kurdên li derveyi welat, li hemû meydanên dîasporayê dike ku di serî da xwe organîze bikin û hem ziman, kultur û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin, hem jî beramberî êrîşkarîya dagîrkeran erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin û piştevanîyeke xurt digel têkoşîna li welat tê dayîn bikin."