Sevgul Şaşmaz
Yildiz Çakar jineke bi pênûsa xwe berê xwendevan dide aliyê wêjeyê. Piştî helbest û çîrokê vê carê pênûsa xwe ji bo romanan bi kar tîne. “Ev Rê Naçe Bihuştê” romana duyemîn a nivîskar e. Bi vê romanê nivîskareke jin berê me dide êşên jinên êzîdî. Pirtûk ji Weşanên Lîsê derketiye. Pirtûk bi heft beşan hatiye honandin. Di pirtûkê de vebêj jineke bi navê Şemsîxan e. Mijar bi rêwîtiya Şemsîxanê û malbata wê dest pê dike. Rêwîtiya di romorkê qamyonê de vedigere dojeha bazara Mûsilê. Nivîskar bi vê pirtûkê berê me dide jinên jiyan li wan bûye dojeh! Çîrokên jinên bênav rûpel bi rûpel hatiye nivîsîn. Qedera jinên êzîdî yên bi navê Xasê, Çinê, Nofa, Alê, Zîzê, Sewê, Meta Fexra, Şemsîxan û Perwîna biçûk bi hemû hovîtiya xwe li ber çavan radixe. Ev qeder tenê ji bo jinan nehatiye nivîsîn mêr jî dibin qurbana vê qedera reş. Di vê rêwîtiya xof de ji xeynî însanan ajalek jî cihê xwe digire, pisîga Şemsîxanê Marjan jî di vê tofanê de dibe şahidê hemû hovîtiyan. Pirtûk flashback e, bi vegotina Şemsîxanê em geh diçin rojên berê yên xweş û geş geh em diçin rojên hovîtiya ku navê dojeh li ber wê kêm dimîne. Bi vê hevoka di nav pirtûkê de baranek reş li ser hemû mirovahiyê dibare.
Kanî miçiqî dîsa baranek reş dest pê kir. Dilopa ewil reş bû dilopên din jî erd û asîman bi qetranê xitimî. Singa asîmên di ortê de bû du cih û perdeyek reş hêdî hêdî hate girtin marê reş xwe bi derî ve dar de kir. (85)
Perdeya reş xwe li ser hemû mirovahiyê girtibû. Bi navê Perwîna biçûk hemû mirovahî ketibû nav reşahiya jiyanê. Her bûyer wekî qêrîn û hawara zarokên wekî Perwîn û jinên bindest nediçû Xwedayê ku yek bû. Zincîra ku bi zendên jinên dîl ve hatibû girêdan tenê bi zendên wan ve nemabû, hemû hêviyên wan jî hatibû girêdan. Di nav hemû astengiyan de çîroka hebûnê di nav dilên wan de olan dida.
Robara ku di xeleka reş de asê mabû hêdî hêdî li ser xwîna heft teyrên tawûs xwe gihandibû ronahiyê ji wê deşta ku bêhna mirinê jê difûriya derketibûn çîroka hebûna xwe dubare kiribû. Deşt bûbû keştiya Nûh û li ser ava reş mabû (144)
Di pirtûkê de gelek metaforên cur bi cur hatiye bikaranîn. Sênîya gilover a ku Şemsîxan nanê germ û hêjîran dide ser. Ew sênî dibe çerxa felekê di dora hemû kurdan de digere miletek dibe nanê li ser wê sêniyê û dibe qilêra di devê wehşan de. Hêjîr û dara hêjîrê jî metaforak ji wan metaforan e. Dar di jiyanê de wekî dayikê ye çawa ku dayik zarokên xwe di hemla xwe de dihewînin, dar jî koka xwe di axê de dihewîne. Hêjîr dişibe toximê kurdan yek biqede bi hezaran zêde dibin. Êzîdî jî wekî hêjîran bûn fermana ku heftê û sê caran li wan rabû dîsa jî neqediyan û zêde bûn. Dayika Xasê gava ji Şemsîxanê re qala hûtên heftserî dike ew nizane ku ew ê jî rojekê bikevin destên hûtên heftserî. Di dawiya çîrokê de keçik ji destê hût xilas dibe Şemsîxan jî, di wê tofanê de hêvî dike ew jî di nav destên wehşên heftserî xilas bibe. Şemsîxan û hemû jinên dîl, kêlî bi kêlî di nav ewrên reş de derbas dibûn û ber bi azadiyê ve diçûn.
Hemû zarokên rojê li baxçeyê bihuştê li ber deriyê mirazan bûn. Ji her bîst û çar xetikên wê kêlikek dadiket, ev kêlik ji ortê ve dibû du beş, yek li tarîtiyê dima, yek li ronahiyê. Lê qet têkelê hev nedibûn, kêlik li xwe diman, şev û roj li hespê xwe ê çûn û hatinê. Ew qas tekûz bû ku ev çerx destê xweda li ser bû, perikên teyrê tawûs heft reng bûn(123)
Jiyan li wan jî wekî vê hevokê bûbû du beş aliyek tarî yê din ronî bû. Ji pirtûkê her hevokek xwîner bi xwe re dibe nav wan jinên ku geh li bazara Mûsilê tên firotin geh mala şêxek dîl hatine girtin. Bi vegotina Şemsîxanê xezeb li hemû mirovahiyê dibare.
Min hîç nizanibû ji devla baranê ax jî dibare bi her piçek toz re xezebek dibariya û bi her xezebek re mirinek(r15)
Gava Şemsîxan dikeve nav xeyalên rojên xwe yên azad, bêrê me dide motîfên êzîdiyan, çûyîna li ser kaniya spî, neqşandina hêkan, cilên spî, guliyên sor, eniyên deq û baweriya rojê! Evîna Keleşo û Şemsîxanê wekî evîna Derwêş û Edûlê bê miraz bû. Şemsî xan bi van hevokan rojên xwe yên xweş tînê zimên.
Min hêdîka destê xwe kir nava destên wî. Wekî rahiştibim dinyayê wiha serî li min mezin bû. Ev ne qeder bû, diayên dapîran bû, dapîrên gulîsor, enîdeq û fistanspî. Destên min di nava destê wî de û di nava kevirên pîroz de me berê xwe da perestgehê.(r38)
Şemsîxan her tim bi gotinên diya xwe li ser lingan disekinî gotinên diya wê her tim di hişê wê de bûn.
Ruh namire Şemsîxan tenê kiras diguherîne(r193)
Bi wan jinan re hemû rih miribûn jiyan û mirin têkelên hev bûbû. Rih û beden bi hev re miribûn. Mirin ji bo wan jinan daxwazek bû Şemsîxan dixwest ax vebe û bikeve nav axê. Hêviya xwe bi çiyayan ve girê dide.
Rûyê çiya çiqas hişk û asê be, dilê çiyê ew qas nerm û merhemet e. Dayê Xasê çiqas xweş digot rûyê çiya çiqas asê be dilê wê ew qas dê ye.(r147)
Mijara pirtûkê gelemperî li ser jinên êzîdî ye. Lê jinek bi navê Samîra jî di nav rûpelan de cihên xwe digire. Samîra jineke ereb e, ji hêla bavê xwe ve ji şêxekî ereb re tê firotin. Samîra jî dixwaze ji vê dojehê xilas bibe, hêviya xwe bi jinekê ve girê dide. Bi jineke kurd ve. Xilasiya xwe, di xilasiya Şemsîxan de dibîne. Bi vê hevokê rewşa jinan kîte bi kîte hatiye nivîsîn.
Dîroka azadiyê di navbera du dinyayên de ma ye, çiqas rûyê jinê li dinyayê ronî be jî mêran, lingekî wê bi dinyaya tarî ve zîncîr kirine. Di her dinyayekê de û her parçeyekî jiyanê de, hebûna jinê xwediyê rewşeke cuda ye. Li gor erdnîgariyan û bîr û baweriyan, hinek jin “azad” in, hinek jin “kole” ne û hinek jî netiştek in. Îro li ser vê erdnîgariyê di nava reşahiyên hov de, bi navê xwe yê din “leşkerên Xwedê”ew netiştek in.(r49)
Di pênaseya jinê de, sê jin tên pênasekirin. Jinên azad, jinên kole û jinên netiştek. Jinên ku ketibûn destên wan wehşên hov li gorî wan netiştek bûn, jinan êdî di wê erdnîgariyê de xwe kole didîtin. Jinên azad bi stêrkên ronahiyê, jinên kole ji mirin û tunebûnê rizgar dikirin. Bi van hevokan, jinên azad hatine pênasekirin.
Destê jinika li pişt şibakeyê bi carê stûyê perdeyê girt û da alî. Tirêjên rojê xwe li singa wê xist stêrka pêncgoşe biriqî. Ji deriyê odeyê (r183)
Êdî hemû jinên kole azad bûbûn jinên azad wan gihîştandibûn azadiyê. Lîlandina Samîrayê, awazek ji azadiya hemû jinên bindest bû. Avêtina çarşefên reş gihîştina rojên ronî bûn. Marjan pisîga Şemsîxanê, ew jî êdî azad bû. Navê ku Şemsîxanê lê kiribû jana hemû jinên êzîdiyan bû. Keziyên porê Şemsîxanê ku avêtibû li ser goristana Keleşo soza evîna wan a bê miraz bû. Pirtûk bi gelemperî pirtûka jinê bû. Mêrên bi navê Keleşo û Rûstem wateyan bi navê xwe dabûn pirtûkê. Navên karakteran bi wate hatibûn hilbijartin. Di sere pirtûkê de rêwîtiya romorka qamyonê, ji wan re dibû goristan. Di dawiya pirtûkê de jî rêwîtiya romorkê wan ber bi azadiya xwe dibe.
Yildiz Çakar kî ye?
Nivîskar Yildiz Çakar di sala 1978’an de li Amedê hatiye dine. Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Goristana Stêrkan / Helbest / 2004
- Ala / Çîrok / 2008
- Derî / Helbest / 2012
- Amed / Ansiklopedî / 2012
- Leylanok / Ceribîn / 2014
- Gerîneka Guernicayê / Roman / 2016
- Ev Rê Naçe Bihuştê / Roman / 2019