Diyarname
Di sala 2020'î de Xelatên Globa Zêrîn dê 77'emîn car, Xelatên Oscarê jî 92'yemîn car bêne belavkirin. Niha dîroka belavkirina van her du xelatan hat eşkere kirin.
Xelatên Globa Zêrîn
Yekîtiya Çapemeniya Biyanî ya Hollywoodê (Hollywood Foreign Press Association-HFPA) ku ew xelata Globa Zêrîn dide dîroka ku dê vê xelatê belav bike eşkere kir. Li gor daxuyaniya ku hat dayîn dê roja 5'ê rêbendana 2020'an bi merasimek vê xelatê belav bikin.
Produksiyona Dick Clark ligel HFPA'yê vê merasimê dê li dar bixe û merasim dê ji aliyê kanala NBC ve bi awayekî yekser bê belavkirin. Merasim di heman demê de ji aliyê 220 welatan ve dê bê weşandin.
Di Globa Zêrîn de 14 xelat di warê sînemayê, 11
xelat di warê berhemên televîzyonê, bi temamî di 25 waran de xelat têne belavkirin.
Xelatên Oscarê
Pêvajoya meşa ber bi Oscarê ve jî dê bi vî rengî be: 7'ê rêbendana 2020'an dê ji bo xelatgiran dengdayîn çêbibe, berendam 13'yê rêbendamê bêne eşkere kirin û di 9'ê reşemiya 2020'an de jî dê xelat bêne belavkirin.
Berhem û kesên di Globa Zêrîn de bi ser dikevin ji bo Oscarê jî wekî favorî têne nîşandayîn. Lê carinan ev texmîn rast dernakeve.