logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Çend başî û şaşiyên Rêbera Rastnivîsînê

Çend hefte berî niha bi navê “Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê” berhemeke hêja hat weşandin. Nivîskar û ziman

  • Dîrok: 23/03/2019
  • Beş: Serbest

Amed Tîgrîs

Ev çend sal in ku Weqfa Mezopotamyayê li bajarê Amedê hatiye damezrandin. Di nav xebat û projeyên weqfê de Rêbera Rastnivîsînê Komxebata Kurmanciyê jî hebû. Ji mêj ve ye ku endamên koma xebatê li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Kurmancî dixebitîn. 

Çend hefte berî niha bi navê “Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê” berhemeke hêja hat weşandin. Nivîskar û zimanzanên ku di vê Komxebatê de cî girtine ev in:

Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dîlawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mehemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun.

Ev berhem encama xebateke kolektîv e. Komcivînê di vê berhemê de gelek xalên rastnivîsînîyên ku heta îro aloz û tevlîhev pêk dianî, yek bi yek destnîşan û zelal kirine. Ji bo xebateke wiha girîng û pîroz ez bixwe destxweşî û pîrozbayê li birêveberî û xebatkarên Weqfa Mezopotamyayê û koma nivîskaran dikim. Min ji bergê pêşî heta bergê paşî bi baldarî berhemê xwend û li ser hizirîm. Bi rastî min ji xebateke wiha hez kir û eciband, lê li gorî dîtina min gelek şaşî û kêmasî wê jî hene. Heke em bikaribin di medyaya kurdî de, di nav nivîskar, xwendekar û xwendevanên kurdî de, li ser başî, kêmasî û şaşiyên vê berhemê, gengeşî û analîzên xurt û berfireh bikin, dê ji bo rastnivîsa kurmancî sûd û kelkeke mezin bigehe me hemû nivîskar, xwedekar û xwendevanên kurmancî. Min li gorî zanîn û têgehiştina xwe van kêmasî û şaşiyên jêrîn di vê xebatê de dîtin. 

• Mirov nikare nivîsên ku li ser bergê pêşîn yên vê berhemê hatine nivîsîn baş bibîne û bixwîne. Tonê zemînê berg û rengê nivîsînê hevdu nagirin û nivîs gelek hûr hatine nivîsîn. Min bi zor û zehmetî navê nivîskaran xwend. Her wiha rewşa bergê paşîn jî wekî yê pêşîn e.

• Navê zimanan tewandine û li dawiya navan gireka “ê/yê” bi wan ve kirine. Wekî nimûne: zimanê kurmancî bûye “zimanê kurmancîyê”, zimanê tirkî bûye “zimanê tirkîyê”, zimanê almanî bûye “zimanê almanîyê,” zimanê erebî bûye “zimanê erebîyê,” zimanê farisî bûye “zimanê farisîyê”, zimanê çînî bûye “zimanê çînîyê”... Rast e di zimanê kurmancî de tewang heye, lê di demeke dûr û dirêj de, di hinek forman de tewang rabûye. Ziman jîndar e û her dem xwe nû dike. Xelk li hêsabûna ziman digere, ziman kurt û nû dike. Ev prensip ji bo her zimanî derbas dibe. Carnan ziman wiha tê guhertin ku mirov nizane ka orîjînala wê bêjeyê çi ye û ji ku hatiye. Ango formên kevn dimirin û yên nû xwe ava dikin. Çerxa dîyalektîkê tim bi pêş ve diçe, bi paş ve nazivire. Mirov nikare miriyan ji gorê rake û bi paş ve bibe mala wan. Bi sed salan in ku kurd ji zimanê xwe re kurmancî, ji yê tirkan re tirkî, ji yê farisan re farisî, ji yê ereban re erebî gotine û hîn îro jî rojane dibêjin. De rabe di rojekê de di şûna “kurmancî” de bêje “kurmaciyê.” Fonetîka kurdî jî xerab dibe.

Li gorî vê tewangê, di nav van nivîskarên Komxebatê de, ji derî Behrûz Sûcaî, Mehmûd Lewendî, Mehemed Teqewî, Newzad Hirorî û Zana Farqînî navên nivîskarên din şaş in. Ji vir bi şûn ve pêwîst e ku her yek ji wan “î”yek bi paşnavê xwe ve bike ku paşnavê wan li gorî rastnivîsa tewangê be.

• Di rûpela 27'an di beşa navên bajar û bajarokên Kurdistanê de,du şaşiyên tewangî hene. Hem ji aliyê tewangê û hem jî ji aliyê polîtîk û erdnîgariyê ve şaşiyên mezin in. Yek ji wan şaşiyan gotina “bakurî” ye. Ev gotin ji berê ve di nav gel de “bakur” e, ne “bakurî” ye. Gotina gel e û di nav mîlyonan de wiha tê gotin. Gelo mafê mirov heye ku ji bo tewanga herêmeke biçûk “bakur” bibe “bakurî?” Bi tenê li herêma Hekariyê dikare “bakurî” were gotin. Dema ez dibêjim herêma Hekariyê Dihok û derdorê jî dikevin nava vê herêmê. Şaşiya duyem jî terma siyasî û erdnîgariyê ye. Navlêkirina “Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî û Kurdistana Başûrê Rojavayî” ne rast e.

Rastiya van herêman Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ji ber ku Kurdistan ne çar Kurdistan in, yek Kurdistan e û çar perçeyên wê hene. Her yek perçeyekê Kurdistanê ye.

• Heke ez şaş nebim cara pêşî Qanadê Kurdo gotina “cînav” bi kar anî bû. Piştre çend kesên rêzimannivîs “cînavê” kirin “cînavk.” Pronav jî ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatibû bikaranîn. Di nav pêvajoyeke nivîsîna 60-70 salan de gotina cînavê ciyê xwe girt. Gotina cî di orîjînala xwe de “cih” e û hatiye kurt kirin. Ji Serhedê heta Amedê wekî cî bi lêv dikin. Heremên din jî “cih” dibêjin. Di van çend salên dawî de hinek nivîskaran jî li gorî devoka xwe “cînav” wekî “cihnav” bi kar anîn. Ev ne rast e. Yek orîjînala birêz Qanadê Kurdo divê neyê xerabkirin. Ya duyem, cînav hem gotineke kurt e û hem jî di nivîsînê de jî hêsantir û xweştir e. Wekî min li jor jî destnîşan kiribû ziman her ku diçe kurt dibe, baştir, xweştir û hêsatir dibe.

• Di rûpela 144'an di sernivisîna lêkerên sade, di hevoka yekem de gotina “diqedin” dubare bûye. Dîsa di beşa lêkeran, di rûpela 144'an de, di şûna lêkera dema niha de gotina "kopul" bi kar anîne; Kopul çi ye ne zalal e. Gelo paşgir e, lêker e, çi ye? wekî nimûne:

Ez kurd im 

Tu kurd î

Ew kurd e

Em kurd in

Hûn kurd in

Ew Kurd in

• Di rûpela 156'an de, ji jêr ve di rêza pêncan de, “Wê/wî ew bir” bi hev ve hatine nivîsandin. Divê navber were dayîn.

• Di rûpela 157'an di rêzên sê û çaran de “Wê/wî tu kuştî” dubare hatine nivîsandin. Gotina “kuştin” jî de di ciyê xwe de ye û divê mirov bi kar neyine.

• Lêkera hatin di formê dihên û a anîn jî di formê înan de hatine pejrandin. “Tê” bûye “dihê,” di şûna lêkera“anîn” de lêkera “înan” bi kar anîne. Li gorî pêşnîyaza Komxebatê ji îro bi şûn ve, “tê xwendin” dê bibe “dihê xwendin”. “Tê gotin” dê bibe “dihê gotin.” “Tê nivîsandin” dê bibe “dihê nivîsandin…” Gelo çi pêwîst dikir ku komxebat biryareke wiha bigire?

• Komxebatê bazinedaçekên duyem di rûpela 168'an de wiha bi sê aweyan rêz kirine:

… da, … ra, … va

… de, … re, … ve

… da, … ra, … ve

Bazinedaçek di rastiya xwe de ne du cure ne. Yên rêza yekem û duyem in. …da, … ra, … va

û … de, … re, … ve ne. Rêza sêyem ango da, … ra, … ve li hinek herêman tên bikaranîn lê ev formeke xerab e û tevlîhev e. Ka bala xwe bidinê sîstemeke xwe ya taybet tune. Ya yekem “da, ra û va” ne û ya duyem jî “de, re û ve” ne. Ya sêyem ango … da, … ra, … ve

awayeke dersîstemî ye. Lê bi salan e ku piraniya nivîskarên kurd awayê “… de, … re, … ve” pejirandine û bêjmar berhem dane. Sîstema “… de, … re, … ve” di nivîsa kurmancî de cî girtiye. Bi dîtina min divê awayê sêyem nehatana pêşnîyazkirin.

• Di mijara tewanga reqemên romayî de (bnr “rûpela 193”) ji bo navên kesan ev nimûne hene:

Hesoyê XV-an

EhmoyêXll-an

Cindoyê X-an

Remoyê l-em 

Mînakdayîna navnûçikên kurdî, kurdan biçûk dixe. Qerfên xwe bi kurdan dikin. Gelên din navên şah û kesên xwe yên payebilind bi reqemên romayî dinivîsin lê em navnûçikan li kurdan dikin.

• “Di salên 70'yî da gelek kes marksîst-lenînîst bûn”, (bnr “rûpela 214”) yanî çi? Niha jî îslamîst in na?

23 adar 2019, Amed


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo Talabanî û Barzanî banga demokratîkbûnê

ad

'Medea' çîroka 'Eşq' û 'tolhildanê' li festîvalê ye

ad

Romanêke bi kirmanckî 'Rocobîyn'

ad

Li Rojava bernameyan çalakiyan a Roja Şanoyê ya Cîhanê

ad

Gotûbêjek li ser dengbêjiyê li benda we ye

ad

Klîba Hefteyê: "Nêrgiz"ek nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname