Diyarname
Piştî ku dadgehê 166 sal ceza Berpirsê Karên Nivîsaran û Xwediyê Azadiya ê berê Vedat Kurşun birî, RSF'ê bang li YE'yê kir ku cezayê şermezar bike.
Dadgehê 5'emîn Cezaya Giran a Amedê roja 13'ê gulanê 166 sal û 6 meh cezaya hepsê li Berpirsê Karên Nivîsaran û Xwediyê Azadiya ê berê Vedat Kurşun birî.
Li ser vê yekê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daxuyaniyeke weşand. RSF ceza bi şid şermezar kir û wisa got: "Ev mehkûmkirin tiştek tewş e. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas vê cezaya bi mîzaca siyasî şermezar dike û piştgiriya hempîşeyê xwe yê rojnameger dike."
RSF'ê got ku ev biryar bi awayekî dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û xwest Vedat Kurşun serbest bê berdan.
Her wiha RSF'ê got ku ji bo şermezar bike em bala Yekîtiya Ewropayê (YE) dikişînin ser vê biryarê û got: "Vedat Kurşunê 36 salî ji ber karê xwe kiribû bi 166 sal cezayê hatiye cezakirin û ewê 202 saliya xwe de ji girtîgehê derkeve."
RSF'ê got ku Berpirsê Karê Nivîsaran Ozan Kiliç ku ketibû cihê Kurşun jî di 10'ê reşemiyê de bi 21 sal û 3 meh cezaya hepsê hatiye cezakirin.
ÇGD'ê jî şermezar kir
Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay jî li hemberî cezayê nerazîbûn nîşan da. Abakay got ku her kesê jixwe re bibêje ez hemdem û demokrat im wê vê cezayê nikaribe biparêze.
Abakay got ku bi vê cezayê Tirkiye bûye wekî welatekî Afrîkayê ku tu têkiliya wê bi demokrasî, mafên mirovan, azadiya fikir û ramanê re nîn e.


