Diyarname
Lîstikvanê navdar ê sînema û şanoyê Aytaç Arman îro di 70 saliya xwe de wefat kir.
Lîstikvan Aytaç arman di sala 1949'an de li Edeneyê hat dinê. Arman piştî ku Enstîtuya Hunerê ya Mêran xwend, li Fakulteya Mîmarî ya Dewletê ya Enwereyê xwendina xwe domand. Di sala 1971'ê de di fîlmê Yilmaz Guney "Baba" (Bav) de lîst û bi vê yekê dest bi sînemayê kir.
Arman di jiyana xwe de di fîlmên wekî "Sen Ne Dilersen" (2005), "Yuzleşme" (1999), "Akrebin Yolculugu" (1997), "Yerçekimli Aşklar" (1995), "İz" (1994), "Av Zamani" (1988), "Adı Vasfiye" (1985), "Bedrana" (1974) de li dor 100 fîlmî de cih girt.
Lîstikvan Arman bi fîlmê xwe "Duşman" (1981, senaryo Yilmaz Guney, derhêner Zekî Okten) ji Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) û bi fîlmê xwe "Gece Yolculugu" (1988, derhêner Omer Kavur) jî ji Festîvala Fîlman a Antalyayê "Xelata Lîstikvanê Herî Serketî" girtibû.
Aytaç Arman ev demek bû ji ber qansêrê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro wefat kir. Sibê (27'ê mehê) saet 12'an de li Salona Atlas a li Beyogluya Stenbolê dê merasimek bê lidarxistin û paşê cenazeyê wî bişînin Edeneyê. Roja pêncşemê (28'ê mehê) nîvro dê li Mizgefta Kabasakal nimêjê cenazeyê bê kirin û paşê li Goristana Kabasakal bê definkirin.