Diyarname
Tuna Beklevîç siyasetmedarekî tirk e. Di sala 1977'an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Bîlgî Beşa Aborî xwendiye (2002), li DYA'yê Washington International Flight Academiy (2016) xwendiye. Bi kurtahî ew aborîzan, pîlot, cotkar û aktîvîst e. Beklevîçî meha borî "Meşa Aştiyê" ji Enqereyê da dest pê kirin û heta Amedê dom kir. Di 27 rojan de hezar kîlometre li dû xwe hişt û gihîşt Amedê.
Beklevîç bi meşê armanc dikir ku aştiyê di navbera tirk û kurdan de çêbike, daxwaza bidawîkirina OHAL'ê (Rewşa Awarte) kir. Beklîvîç li Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî da û meşa xwe bi dawî kir. Ev foto jî li wê derê hatiye kişandin. Beklevîç li pêş lê yên li dorê hemû polîs bûn û wî dema ev foto di twittera xwe de weşand wisa nivîsî. "Dema li ber Minareya Çarling ji bo foto kişandinê ez gavek ber bi pêş ve çûm dîwar li navbera Minareya Çarling û gel de hûnandin û nehiştin gel di fotoyê de cih bigirin. Ez dîl bûn, gel dîl bû, minare yan ew, ez hê jî li ser difikirim. Bila yekşema we xweş derbas bibe."
Em jî vê fotoyê digirin û wekî fotoya rojê pêşkêşî we dikin.